6 fuze li derdora Hewlêrê ketin 2022-05-01 22:40:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Danê êvarî çend fuzeyên katyûşayê li derdora navçeya Xebat a Hewlêrê ketin.    Hat ragihandin ku îro danê êvarî 6 fuzeyên katyûşayê li nêzîkî Zêyî Behdînan ê li navçeya Xebat a Hewlêrê ketine.    Li gor nûçeya Rojnewsê, fuzeyek li Kompanya Kar ketiye û ji ber vê şewat derketiye. Tîmên Parastina Şaristaniyê yên Hewlêrê berê xwe dane cihê kompanyayê.   Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandiye ku “Mûşek çend heb bûn û li sînorê navçeya Rizgarî û navçeya Xebatê ketine xwarê, tu ziyanên canî çênebûne.”   Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê jî ragihandin ku "6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê."   Her wiha Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê ragihandine ku "Ji ber mûşekan tu windahî û ziyaneke madî çênebûye. Mûşek ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin."   Di 6’ê Nîsanê de jî 3 fuze li nêzî nehya Kewirgosk û nehya Rizgarî yên ser bi Hewlêrê ve ketibûn.