Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke 2022-05-02 09:05:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirkiyeyê re da û got: "Ev operasyon darbeya li hemberî statuya Kurdistanê ye. Lewma gere em rojeke xwe jî bê çalakî derbas nekin."    Tirkiye di 15’ê Nîsanê de bi awayekî dijwar herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe bombeberan kirin û di 17’ê Nîsanê de jî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve dest bi êrişan kir. Li herêmê di navbera hêzên HPG'ê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de hêzeke din ku tê gotin li gel leşkerên Tirkiyeyê tevdigere, hêza kontr-çete Roj e. Hêzên bi leşkerên Tirkiyeyê tevli dagirkirina herêmê dibin, li herêmê dibin sedemê bertek û nerazîbûnan. Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd, der barê êrişên li ser herêmê û helwesta PDK'ê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.   Mecîd,  bal kişand li ser PDK'ê û diyar kir ku siyaseta ku Barzanî li herêmê dide meşandin, xizmetê ji dijminê gelê kurd re dike û wiha axivî: "Ew siyaseta ku niha malbata Barzanî dide meşandin, siyaseteke dijminahiyê ye. Ev siyaset îstiqrara Başûrê Kurdistanê lawaz dike. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî serî li vê rêbazê dide. Li tevî vê siyaseta xwe neft û gazê difiroşe dewleta Tirkiyeyê. Herêm bi vê hişmendiyê tê birêvebirin û ev aqil hatiye bi cih kirin. Ji bo Kurdistaneke aram û azad bi hezaran şehîd hatin dayin. Ji ber wê jî divê siyaseteke ku çar parçeyên Kurdistanê bike yek û wan biçûk neke  bê meşandin. Ev siyaseta ku malbata Barzanî dimeşîne me ji hev dur dixe û parçe dike. Divê ne bi dijmin re, bi  gelê xwe re be. Ev operasyon derbeyek li statuya Kurdistanê ye. Ev êrişên ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin, wê hem li Rojava hem jî li başûr belav bibe û destkeftiyên li wir jî bixe xetereyê. Ev ne tenê operasyoneke li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Divê em girîng nêz bibin û wê weke operasyona li dijî deskeftî û tunekirina gelê kurd binirxînin. "    'TIŞTA PÊWÎST YEKDENGÎ YE'   Mecîd, anî ziman ku li hemberî "xiyanetê" tişta pêwîst bihêzkirina yêkitiyê ye û wiha domand: "Heger ku li her çar perçeyan kurd li hemberî van êrişan derbikevin dikarin vê planê pûç bikin. Ew hêza gelê kurd heye. Divê ku gelê kurd li hemberî xiyanetê û dijminan bibin hêzek. Divê başûr li hemberî vê sermayeyê û vê pergala desthilatdar bi yekdengî rabe. Tişta ku niha herî zêde ji me re pêwîst yekdengî û yekhelwestî ye. Xeta malbata Barzanî xeta îxanetê ye. Niha du xet hene. Yek ji vana xeta welatparêziyê ye û yek jî xeta xiyanetê ye. Malbata Barzanî jî xeta xiyanetê hilbijartiye. Divê kurd li hemberî vê xiyanetê yekdeng bin. Bi taybetî jî divê siyasetmenderê Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng nekin. Ji siyasetmenderan heta akademîsyenan hemû bibin yekdeng. Her partî divê li hemberî PDK'ê di têkoşîna xwe de dilsoz bin û li hemberî vê bisekinin."    'EW HÊZ JI SÎXÛR Û XIYANETÊ PÊK TÊ'    Mecîd, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku di her şert û mercan de ew ji bo parastina Kurdistaneke azad amade ne ku şer bikin û got: "Malbata Barzanî ji berê heta niha di xiyanetê de ye. Dema Komara Mahabad (Komara Kurdistanê) hat damizirandin jî xiyanet li Qazî Mihemed kirin. Gelek pêşengên wê şoreşê qetilkirin û dan kuştin. Weke pêşmergeyeke kevin beriya Enfalê ji bo parastina xak û niştiman tevdigeriyan û pêşengiya raperînê kirin. Ev hemû bi xwîna peşmergeyan çêbû. Di dema me de desthilatdara heyî bi gelê xwe re dirust bû. Di sala 1991'ê de li çiyayan û bajaran Pêşmerge hebûn. Di sala 2004'an de jî li hemberî DAIŞ'ê Pêşmerge bi ruheke fedaî tekoşiyan. Pêşmergeyê di wê demê li hemberî dijminê xwe tekoşîn dikir. Lê niha  binemala Barzanî komeleyeke çekdarî ava kiriye û ji bo parastina berjewendiyên xwe li hemberî birayên xwe şer dike. Ev hêza ku hatiye avakirin jî ji wan kesên ku sîxûr û xiyanetkar pêk tê. Ev çete jî çeteyên Roj in û bi hêzên Tirkiyeyê li hemberî gerîla şer dikin. Pêşmerge ji vê nerazî ne. Çimkî pêşmerge ji şerekî wiha re ne amade ne. Pêşmerge ne amade ye ku birayê xwe bikuje. Ji ber wê jî niha  Barzanî xwe ji dewleta dagirker a Tirkiyeyê re kiriye mertal. Lê em pêşmergeyên Dêrîn xwedî helwest in. Em amade ne ku bi ruheke niştimanî li hemberî van êrişan bisekinin. Heta niha gelek hewledanên me çêbûn ku li hemberî vê bisekinin. Hevdîtinên me bi her du aliyan re jî çêbûn. Pêwîstî çêbibe pêşmergeyên Dêrîn amade ne ku parastina axa xwe bikin."   'DIVÊ TENÊ ROJEKÎ BÊ ÇALAKÎ DERBAS NEKIN'    Mecîd, da zanîn ku li hemberî xiyanetê birêxistinkirina bertekan girîng e û bang kir: "Kurdistaneke bê kurd ne pêkan e. Ew kesên ku vî tiştî xeyal dikin jî wê xeyalên wan pêk neyên. Ew Kurdistana ku di oxira wê de bi hezaran bedel hatine dayin wê tu caran teslîm nebe û wê neyê teslîmdayin. Em Kurdistaneke ku hemû nijad, ziman û çand karibin te dê bijîn, dixwazin. Ew hêza gelê kurd heye ku ava bike. Bangawaziya me hem ji Başûrê Kurdistanê re, ji jinan re û hem jî ji Pêşmergeyên Dêrîn re ew e ku xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin. Helwestgirtin li hemberî wê dikare pêşî li birakujiyê bigire. Divê li her derî em di nava çalakiyan de bin. Ev girîng e. Her çalakiyeke me wê encam bigire. Divê em rojekê jî bê çalakî derbas nekin. Ji bo têkçûyina xiyanetê û dijminatiyê tişta herî pêwîst çalakî ne. Ji ber wê jî bi taybetî jî jin divê di qadan de cihê xwe bigirin û li hemberî vê bisekinin."