Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an 2022-05-02 11:01:26   DÎLOK - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku girtiyan li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê dabûn destpêkirin, di roja 27’an de berdewam dike.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiye ya Dîlokê li dijî binpêkirinên li girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Li gorî vê yekê, çalakiya girtiyên bi navên Îlhamî Îşçî, Ugur Urun, Zennar Demîr û Hîccet Umuî yê rojhilatî di roja 27’an, ya Reşît Dayan û Ugur Uyar di roja 22’yan û ya Umît Ozen jî di roja 19’an de berdewam dike.    Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dabûn û ev agahî dabûn: "Di ketina girtîgehê de bi darê zorê bi awayekî tazî li ser me geriyan. Di hejmarên rojane de hejmara ser pêyan û bi pergala leşkerî li me te ferzkirin. Di hatin û çûyîna cihên axaftina bi telefonê de bi meşa leşkerî me didin meşandin. Dema em hejmara rojane weke pergala leşkerî pêk neanî rastî tundiya fîzîkî tên. Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha em lê tên ragirin ji girtîgehên din zêdetir in."   Serokê Şaxa ÎHD'a Dîlokê Sînan Taştekîn ê serdana girtiyan kiribû jî diyar kiribû ku xwurekên pêwîst ên weke şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê yekê çalakî weke “rojiya mirinê” berdewam dike.    Parêzerên endamên Şaxa OHD'ê ya Mêrsînê jî di 29'ê nîsanê de serdana girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kiribûn. Parêzeran, dabû zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.