Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir 2022-05-02 11:21:46   ŞIRNEX - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu çû serdana leşkerên ku di êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê de birîndar bûyîn û li Nexweşxaneya  Dewletê ya Tumgeneral Aydogan Aydin a Şirnexê tên dermankirin.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh saetên şevê de bi awayekî bêdeng çû Şirnexê. Soylu, li Fermandariya Lîwaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogutê fitare kir û piştre jî çû serdana leşkerên ku di êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê de birîndar bûyîn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan Aydin a Şirnexê tên dermankirin.    Têkildarî serdanê wezareta karên hundir ev peyam parve kir: “Birêz @suleymansoylu li Şirnexê ye. Di serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan de cejna leheng, bijîşk, xebatkarên nexweşxaneyê û malbatên me pîroz kir.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha jî Wezareta Parastinê aşkere nekiriye bê ka çend leşkerên birîndar li vê nexweşxaneyê tên dermankirin.    DERBASÎ GEVER Û ŞEMZÎNANÊ BÛ Soylu, piştî seradanên li Şirnexê bi helîkoptera leşkerî derbasî Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Geverê. Di serdanên Soylu yên li Gever û Şemzînanê de Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Sererkan Arîf Çetîn û Waliyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik jî di serdanê de amade bûn. Di çarçoveya serdanan de Soylu têkildarî şerê li Herêma Federal a Kurdistanê çendek agahî ji hêzên leşkerî girtin. Ji ber serdana Soylu, li navendên Gever û Şemzînanê di asteke bilind de tevdîrên ewlehiyê hatibûn girtin.