MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin 2022-05-02 11:56:18   AMED – Komeke bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana gora Serokê HEP a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de hatibû qetilkirin.    Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha sala 1991’an de hatibû qetilkirin. Gora Aydin, li Goristana Mardîn Kapi ya Sûr a Amedê ye. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes jî di serdanê de cih girtin.    TÊKOŞÎNA AYDIN    Di serdanê de ji ewil bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku Vedat Aydin û hevalên xwe di têkoşîna azadiyê de paşdegav neavêtin û wiha got: “Em jî îro dibêjin ku ‘em ê paşdegav neavêjin.’ Heta ku azadî û aştî pêk tê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Polîtîkayên qirêjî li dijî kurdan niha di meriyetê de ne. Lê belê ew bi xwe niha li ber têkçûnê ne. Ev yek jî bi saya têkoşînê ye. Vedat Aydin û hevalên wî pêşengên vê têkoşînê ne. Heta ku xeyalên wan pêk tên jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan jî di serdanê de got ku ew dê li pey heqîqeta Aydin û hevalên wî bin û wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin. Cejna Remezanê ya şehîdên me û malbatên wan pîroz be.”   Piştî axaftinan jî ziyaretvanan qurnefîl danîn ser goran.