Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne! 2022-05-02 13:56:52   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku dê di 3 rojên Cejna Remezanê de heqê rê ji rêwiyan negire lê li holê tu otobûs xuya nakin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, ragihand ku dê di 3 rojên Cejna Remezanê de heqê rê ji gel nestîne. Lê belê di roja ewil a cejnê de welatî bi saetan li benda wesayîtan sekinîn û otobûsên şaredariyê nayên peydakirin.    Welatiyên ku bi saetan li rawestgehan disekinin, ji ber ku otobûsên şaredariyê pir kêm tên û diçin, neçar dimînin ku bi payatî bên û biçin.