Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin 2022-05-02 14:48:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Barmernê êrişeke bi rokêtan hate kirin û tê gotin ku 6 leşker hatine kuştin.   Duh li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Barmernê êrişeke bi rokêtan hate kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di encama êrişê de 6 leşker hatin kuştin. Dîmenên çalakiyê hatin parvekirin. Têkildarî bûyerê heta niha agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.