UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in 2022-05-02 22:38:11   NAVENDA NÛÇEYAN - UNAMI, bertek nîşanî êrişên hikumeta Iraqê da û got ku êrişên li dijî Şengalê bi fikar in.         Mîsyona Alîkariyê ya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), derbarê êrişa Hikûmeta Iraqê ya ser Şengalê de daxuyanî dan. UNAMI, daxuyaniya xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê da û diyar kir ku êrişên li dijî Şengalê bi fikar in û xwest ku ewlehiya Şengalê li ber çav bê girtin. Di berdewam daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ewlehiya Şengalê di ser her tiştî de bê girtin û êşa ku civaka êzidî kişandiye bi bîr xist.