‘Roja Reş’ 84 sal in didome 2022-05-03 09:04:33   DÊRSIM - Şahidê Komkujiya Dêrsimê Hayrî Pîlav komkujî wekî “Roja Reş” pênase kir û wiha got: “Piştî em sirgûn bûn, tenê bi diya xwe re vegeriyam gund. 84 sal in heman feraset û nêzîkatî didome.”    Hikûmeta Tirkiyeyê di salên 1937-38’an de li Dêrsimê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de bi hezaran mirov hatin kuştin. Di ser komkujiya Dêrsimê re 84 sal derbas bûn. Komkujî di rûpelên dîrokê de wekî rûpelek reş nê nasîn. Lijneya Wezîran di 4’ê Gulana 1937’an de bi navê “Biryara Tenkîl a Dêrsimê” biryarnameyek taybet derxist. Li Dêrsimê bi vê biryarnameyê komkujiyê dest pê kir. Di komkujiyê de gelek pêşeng û rûsipiyên civakê hatin darvekirin.   Piştî biryarnameyê leşkeran bi hezaran Dêrsimî ji malên wan derxistin û di şikeftan de bi komî qetil kirin. Li gorî daneyên fermî di sala 1937’an de hezar û 737 kes u di sala 1938’an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî şahidên bûyerê di nava 2 salan de herî kêm 70 hezar kurdên Dêrsimê hatin qetilkirin. Bi deh hezaran Dêrsimî jî bi trênan sirgûnî bajarên Anatoliya Navîn kirin. Zarokên keçik ên malbatan ji wan stendin û wekî ganîmet dan leşkeran.   ROJA REŞ    Şêniyên Dêrsimê piştî komkujiyê her sal 4’ê Gulanê wekî Roja Reş “Roza Şiyaye” pênase dikin û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr tînin. Her sal ji bo bîranîna kesên hatin kuştin, qurnefilên sor davêjin ava Çemê Mûnzûrê û lokma belav dikin. Şahidên komkujiyê heta niha ew roj ji bîr nekirine. Yek ji şahidê komkjiyê Hayrî Pîlav ê 86 salî ye. Pîlav wê demê 2 salî bû. Her çend ew roj neyê bîra wî jî; bûyera komkujiyê ji diya xwe guhdar kiriye û fêr bûye. Tiştên hatine serê wan, diya wî bi wîre parve kiriye. Ew jî bi nifşê nû re parve dike.    ‘KU ZAROK BIGIRÎN EM Ê WAN BIAVÊJIN AVA ÇEM’   Pîlav ê li gundê Agzunîk ê Xozatê dijî, anî ziman ku welatiyên Dêrsimê beriya komkujiyê dizanîbûn ku dê komkujî bê kirin û wiha got: “Malbatan beriya komkujiyê gund vala kirin. Malbata min û gundî bi hevre li Geliyê Tahar ê ji Xozatê diherike Çemîşgezekê di hundirê şikeftekê de xwe veşartin. Beriya leşker bi ser gund de bigirin û komkujiyê pêk bînin em çûn di şikeftê de bi cih bûn. Mezinan biryara ‘Ku zarok bigirîn em ê wan bavêjin çem” stendibûn. Li mala me jî zarokekî êtim hebû. Hîn 2 salî bû dayik û bavê wî miribûn. Bavê min ew mezin kiribû. Di sala 1938'an de 15 salî bû. Dema bihîst ku dê zarokên bigirîn bavêjin ava çem, ez ji şikeftê derxistim û birim bin darekê. Piştre diya min ji xalê min re gotibû ‘Hûn kurê min nebînin ez ê bikim qêrîn û hawar. Pişte çûn li derve geriyan û ez li ben darekê dîtim. Piştre fêr bûn ku wî zarokê êtîm ez veşartime.”    KOMKUJÎ Û SIRGÛN    Pîlav, qala serpêhatiyên ku diya wî bi wî re parve kiribûn kir û wiha axivî: “Şev nîvê şevê malbat hatin li tenişta Geliyê Taharê bi cih bûn. Xwestin derbasî milê din bibin. Dema xwestin derbas bibin, zarokek keçik giriya. Wê demê bi keçikê girtin û avêtim ava çem. Her çend keçikê got ‘dayê dayê’ û xwest wê xelas bikin jî mezinan dîsa bi wê girtin û avêtin nava avê. Ji bo xwe xelas bikin xwe li avê xistin û çûn milê din. Lê leşkeran li gundê Aqirek ê Çemişgezekê dîsa ew dîtin û bi komî sirgûnî navçeya Seyitgazî ya Eskîşehîrê kirin.”    YÊN LI SIRGÛNIYÊ MIRIN   Pîlav anî ziman ku 9 salan li Eskişehîrê ma û wiha berdewam kir: “Li Eskîşehîrê ji malbata me 7 kes mirin. Niha li Eskişehîrê 7 gorên malbata me hene. Gora bavê min, 2 kekê min, 3 xwişkê min û birayê min li wir e. Piştî em 9 salan li sirgûniyê man, tenê ez û diya xwe bi saxî vegeriyan Dêrsimê. Lê ew jiyana sirgûniyê hêj didome. Piştî em vegeriyan Dêrsimê vê carê di sala 1994’an de gundê vala kirin. Xera kirin. Hîn jiyana sirgûniyê didome. Tiştekî hatiye guhertin tune ye. 28 sal in gundê me qedexe ye. 28 sal in neçûme gundê xwe. Nikarim biçim.”    ‘ZAROK DI XANIYAN DE ŞEWITANDIN'   Pîlav da zanîn ku komkujî û zextên li ser kurdên elewî hîn didome û wiha bi dawî kir: “Komkujî hin didome. Dema gund vala kirin û şewitandin, li gundê me xizmên me avêtin hundir û di hundir de şewitandin. Ji gundê Tanerê heta gundê Segedige zarok û mezin di xaniyan de şewitandin. Wekî beriya salên 38’an disa îxbar kirin. Ji ber îxbarê mirov hatin qetilkirin. Sedama ku Seyît Riza ket wê rewşê îxbar bû. Biraziyê wî Rêber li wî îxbar kir. Sîxûrî û îxbara wê demê niha jî didome. Ketine pey nav û dengê xwe. Ketine pey nefsa xwe û îxbar dikin. Niha jî hevkarî û îxbarê dikin. Lê heta ku?”    MA / Cengîz Ozbasar