TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye 2022-05-03 10:02:37   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Hikûmeta Kazimî bi zîhniyeta Baas tevdigere û dixwaza civaka êzdî qir bike. Parastina Şengalê û çanda wê, deynê stûyê me tevan e û erkekî dîrokî ye.”    Artêşa Iraqê di êvara 1’ê gulanê de bi hêzeke mezin êrişî bajarokên Şengalê kir. Bi êrişa artêşa Iraqê re hêzên ewlekariya Şengalê YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê jî bersivên tund dan û li herêmê şerekî dijwar qewimî. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê bal kişand ser êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û diyar kir ku parastina Şengalê, erkekî dîrokî ye.   TEV-DEM’ê diyar kir ku bi biryara hikûmeta Kazimî re artêşa Iraqê sewqiyatên leşkerî yên mezin, çekên giran ên weke panzer, obûs, helîkopter, balafirên bêmirov ên bi çek ên Tirkiyeyê şandine Şengalê û wiha got: “Di encamê de bi YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê re şer derket. Ev êrişên Iraqê di çarçoveya lihevkirinên ewlehî û siyasî yên bi dewleta tirk a dagirker a faşîst re û hevkariyeke rasterast a ji aliyê PDK'ê ve têne kirin. Armanca ji van êrişan ew e ku vîna civaka êzdî bişikînin. Her wiha dixwazin civaka êzdî ji projeyên siyasî, aborî, civakî û çandî ya Iraqê dûr bixin.”   ‘DIXWAZIN CIVAKA ÊZDÎ QIR BIKIN’   Bi domdarî TEV-DEM'ê daxuyand ku hikûmeta Erdogan jî bi heman reng û mebestê êrişên xwe yên li ser gelê kurd zêde kirine û wiha domand: “Artêşa Iraqê bi êrişên artêşa tirk a dagirker re hemwext êrişî Şengalê kir. Ev êrişên hevbeş, li dijî vîna gelên me ye ku ji bo hemû mirovahiyê têkoşiyan, li ber xwe dan û li dijî rêxistinên herî mezin ên terorê şer kirin. Dixwazin gelê me yê êzdî bêhtir qir bikin û li dijî jin û zarokên êzdî sûcên xwe zêdetir bikin. Dibe ku fermaneke din jî li dijî civaka me ya êzdî were kirin ku civak û ola herî kevnar a herêmê tune bikin. Ev şerekî pir xetere û sîstematîk e.”   ‘PARASTINA ŞENGALÊ DEYNÊ STÛYÊ ME YE’   Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû: “Tevî hemû hewldan û hevdîtinên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê yên bi aliyên siyasî û derdorên olî yên Iraqê re jî, hikûmeta Kazimî ya derqanûnî dixwaze beriya bidawîbûna desthilatiya xwe, dixwaze bi mejiyê Baasî ve civaka êzdî qir bike. Banga me ji bo hemû hêzên siyasî, neteweyî, kurdistanî, gelê kurd, rêxistinên hiqûqî, sivîl, saziyên êzdî di serî de Meclisa Rûhanî ya Êzdî û Bavê Şêx ew e ku vê xetereyê bibînin û li gorî wê helwest nîşan bidin. Divê hemû kes bikeve nava seferberiyê. Divê em hêza xwe ya xweser ji bo parastina êzdiyan kom bikin. Parastina Şengal û nirxên wê berpirsyartiyeke dîrokî ye û deynê stûyê me tevan e.”