Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin 2022-05-03 14:04:21   AMED - Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêşwazî kirin. Di çalakiya îro de malbatan xwest ku krîzên siyasî bên çareserkirin û daxwazên wan bên qebûlkirin.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 169’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêşwazî kirin. Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Giratiyan re (TUAY-DER) a Amedê jî piştgirî da malbatan.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler diyar kir ku bi mehaye çalakiya Nobeta Edaletê dikin û wiha got: “Îro, cejn e. Lê binêrin ev wêne, wêneyê bêdaletiyê ye. Hûn vê girtîgehê dibînin. Daxwaza me daxwazeke pir insanî ye. Em dibêjin ku girtiyên bi salane di girtîgehê de û cezayê wan xelas bûyî bila werin berdan.”    ‘ZILMÊ LI ZAROKÊN ME DIKIN’    Ji xizmên girtiyan Hakki Boltan jî bal kişand ser girîngiya Cejna Remezanê û ev tişt anî ziman: “Cejna Remezanê, rojeke însanî û bixêr e. Mirov, di vê rojê de daxwaza aştî û wekheviyê dikin. Em jî vê cejnê li hemû girtiyan pîroz dikin. Ev nêzî 6 meh in em Nobeta Edaletê digirin. Daxwazên me diyar in. Zarokên me nexweşin û girtî ne. Zext û zilmekî mezin li ser wan heye. Em dixwazin ku ev zilm bi dawî bibe. Bila dewlet li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Biryaran li gorî keyfa dilê xwe didin. Ev tiştekî şerm e. Tu hikûmetên cîhanê naxwazin bi AKP’ê re bên ba hev. Çima? Ji ber ku zilmê li zarokên me dike. Yên ku edaletê tînin mirovên birûmet û yên edaletê neyînin jî kesên bêrûmet in.”    BANG LI SAZÎ Û MALBATAN KIR   Bi domdarî Boltan destnîşan kir ku daxwazên wan ji bo hemû mirovahiyê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza me ew e ku krîza edaletê ya Tirkiyeyê bi dawî bibe. Em ji bo van daxwazên xwe yên mezin û birûmet bang li hemû saziyên mafên mirovan, baro û partiyên muxalîf dikin ku piştgiriyê bidin me. Siyast, ji bo çareseriyê heye û pirsgirêkên me hene. Bêdaletiya li ser zarokên me tê meşandin, pirsgirêkeke mezin e. Em dixwazin ku ev pirsgirêk ji holê rabe. Em cejna hemû malbatên girtiyan pîroz dikin û daxwazên xwe dîsa dubare dikin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.