Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin 2022-05-03 15:57:59     NAVENDA NÛÇEYAN – Bi wesîleya Cejna Remezanê gelek kes çûn serdana HDP’ê û cejna wan pîroz kirin. Her wiha malbata Denîz Poyraz jî çûn serdana HDP’a Îzmîrê û diyar kirin ku bila Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê.    Gelek partiyên siyasî û welatî di roja duyemîn a Cejna Remezanê de çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).    Dayika Denîz Poyraz ku di 17’ê hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz û bavê wê Abdulîllah Poyraz bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê. Malbata Poyraz ji hêla Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha endam û nûnerên gelek saziyên cuda û gelek welatî jî beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku ew vê cejnê di bin siya şer, xizanî û mirinan de pîroz dikin.    FEHÎME POYRAZ: CEJNEKE XEMGÎN E   Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî di serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî qetilkirina keça min, ev bû cejna yekemîn ku em pîroz dikin. Bo me cejneke xemgîn e. Ez êşa hemû dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin, hîs dikim. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê.”    Piştî axaftinê jî nûnerên saziyan û welatiyan derheqê girîngiya cejnê de axivîn û xwestin ku şerê heyî êdî bi dawî bibe û aştî û edalet pêk bê.    NOBETA EDALETÊ   Malbatên girtiyan jî hatin serdana HDP’ê. Bi hatina malbatên girtiyan re çalakiya Nobeta Edaletê jî li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê dom kir. Di serdanê de malbatan cejna girtiyan pîroz kir û gotin ku bila ev cejn bibe wesîleya berdana hemû girtiyan û aştiyê.    WAN    Partî û saziyên li Wanê jî bi wesîleya cejnê çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Wanê. Di bernameya cejnê de li gel endam û rêveberên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê, her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç û bi sedan welatî amade bûn.    Di serdanê de Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan axivî û bal kişand ser girîngiya Cejna Remezanê. Dogan, got ku cejn tên wateya keyfxweşiyê û wiha domand: “Lê çend heyf û mixabin ku ji ber polîtîkayên zext û çewisandinê yên li ser gelê kurd û berxwedêran, tu keyfxweşî nema ye. Em dibêjin ku çiqas êriş dikin bila bikin lê em ê têkoşîna xwe ya li hemberî vê feraseta faşîst û kedxwar bidomînin. Sekna gelê kurd a di vê pêvajoyê de, pêşî li hemû polîtîkayên qirêjî girtiye. Ev sekna we, li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e.”   RIHA    Pîrozbahiyên Cejna Remezanê îro li HDP’a Rihayê jî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de endam û rêveberên partiyê û welatî li avahiya partiyê hatin ba hev. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Nîmetûllah Erdogmûş jî di nav de gelek kes beşdarî bernameya pîrozbahiya cejnê bûn. Ji welatiyan Saliha Canbek cejna Remezanê li hemû kesî pîroz kir û got ku gelê kurd tenê bi yekitiya xwe dikare pêşî li şer bigire. Ji welatiyan Îsmaîl Tellî jî destnîşan kir ku heke gelê kurd yekitiya xwe ava bike, dê bikarin di têkoşîna xwe bi ser kevin.    Piştre jî Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan axivî û diyar kir ku ew cejnê bi hêvî pêşwazî dikin. Parlamenter Nîmetûllah Erdogmuş jî cejna beşdaran bi 5 zimanan pîroz kir û got ku ya herî girîng ew e ku mirov di heman keyfxweşiyê de bibe yek.    Tê payîn ku Serokatiya CHP’ê ya Rihayê di saetên pêş de biçe serdana HDP’ê.