Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê 2022-05-04 10:03:33   ŞIRNEX - Şaredariya Elkê ya AKP’î, hemû çopên navçeyê dirijîne geliyê ku Çemê Xabûrê tê re derbas dibe. Çemê Xabûrê ku rengê wê vegeriyaye rengê gewr, bandoreke neyînî hem li çandiniyê hem jî li sewalkariyê dike.    Şaredariya Elkê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, hemû çopê navçeyê dirijîne Çemê Xabûrê. Li gorî daneyên nifûsê yên Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2021’an li navçeya ku li qûntarê Çiyayê Katoye û 127 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye, 16 hezar û 317 kes lê dijîn.    Habîp Aşan ê AKP’î ku nêzî 25 salan li Miftîtiya Elkiyê xebitî ye, bi “leşkerên hilbijêr” ku veguhestin navçeyê karî şaredariyê qezenç bike. Aşan ê AKP’î ji 31’ê Adara 2019’an ve hemû çopên navçeyê dirijîne Çemê Xabûrê.    Hemû çopên li navenda navçeyê tên komkirin, li geliyê ku 5 kîlometre dûrî navçeyê ye û Çemê Xabûrê tê re derbas dibe, tê rijandin. Li navçeya ku debara wê çandinî û sewalkarî ye, gel pêdiviya avê ya ji bo heywanên xwe ji Çemê Xabûrê peyda dike. Çopên ku li gelî tên rijandin, tevî ba û baranê û meyla erd dirijinîn Çemê Xabûr. Çemê Xabûr ku ji ber çopan rengê wî gewr bûye, li cihê ku diherike bandoreke neyînî li xwezayê dike. Çopên li Çemê Xabûrê tên rijandin, bi kîlometreyan dûr diçin. Şêniyên li gundan di heman demê de avê ji Çemê Xabûr dikişînin. Çemê Xabûr ê ji çopan tejî bûye, berhema erdê çandiniyê kêm dike û berhemên tên çandin bandorê li tenduristiya mirovan dikin.    MA / Omer Akin