Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû 2022-05-04 11:54:39 ŞIRNEX - Birayê leşker Nezmî Ocun ku di sala 1994'an di pevçûnekê de hatibû kuştin jî tev li "Nobeta Jiyanê" bû û ev tişt got: "Kurd bi kuştinê xelas nabin. Birayê min hat kuştin bila keseke din neyê kuştin."      Êrişa ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê di 18'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap,Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin bênavber berdewam dike. Bertekên li dijî êrişa ku Tirkiyeyê daye destpêkirin û hevkariya PDK'ê  jî mezin dibin. Li dijî êrişê û hevkariya PDK'ê di 2’ê nîsanê roja cejnê de bi dirûşmeya “Li dijî şer aştî, li dijî kuştinê jiyan” rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û navenda Şirnexê çalakiya “Nobeta Jiyanê” dan destpêkirin. Ji her beşên civakê kes tev li nobetê bûn û daxwaz kirin ku êrişa Tirkiyeyê bê rawestandin û PDK dev ji hevkariya xwe ya di êrişê de berde.    Yek ji beşdarên nobetê jî birayê leşkerê bi navê Nezmî Ocûn ku di sala 1994'an li Dersimê di pevçûneke di navbera Artêşa Tirkiye û gerîllayên HPG'ê de hatibû kuştin Hadî Ocûn bû.    'MIROV BI KUŞTINÊXELAS NABIN'   Hadî Oncû, derbarê beşdarbûna xwe ya nobetê û êrişe de axivî û ev tişt gotin: "Ji bo ku bira bira nekuje di nobetê de me. Deng derxistin li dijî şer tiştekî wijdanî ye. Birayê min di sala 1994'an de di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ez jî weke malbata şehîdekî li vir im. Ez weke keseke kurd dibêjim dayika min kurd e, bavê min kurd e û ez bi xwe kurd im. Xwedê em kurd dane. Em nikarin hebûna xwe înkar bikin û bibêjin em tirk, ereb an jî faris in. Ji ber wê jî em dibêjin ku divê li her çar perçeyên Kurdistanê jî êdî kurd neyên kuştin û xwîn neyê rijandin. Mirov bi kuştinê xelas nabin. Ez bang li dayikên tirkan û ereban dikim bila li hemberî vî şerî bisekinin. Li  her çar perçeyên Kurdistanê ne kurd ne jî gelên din wê bi kuştinê xelas bibin. Ez weke kurdekî bang li hemû dayikên dilşewat dikim bila vî şerî qebûl nekin. Bila rayedar xwe bêdeng nekin û xwedê rihmekî bike dilê wan. Divê rayedarên ku bûne sedema vî şerî vê xwînê bidin sekinandin. Birayê min hatiye kuştin, bila birayê keseke din neyê kuştin. Ez ji her çar perçeyên Kurdistanê re serkeftinê dixwazim."    'DIVÊ EM XWE NAS BIKIN'   Di berdewamê de Ocûn, got ku rakirina çekê ya li dijî birayê xwe ne tiştekî ehlaqî ye û ev bang kir: "Ew malbatên ku diçine ber deriyên HDP'ê pêwîste ku êdî neçin. Kurd biçe dozê li kurd bike ne tiştek rast e. Îro hûn biçin ji kesekê ereb, ecem re bibêjin were ez ê pere bidim te vî karî ji min re bike wê neyê neke. Pêwîste ku em êdî xwe nas bikin. Em kurd in, çima em xwe înkar dikin? Me înkar dikin û dibêjin ku hûn tunene. Lê em hene. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya edelet û aşitiyê. Heger ku Barzanî jî di înkarkirina kurdatiyê de israr bike bila berdewam bike. Bi vê rêbazê wê ew bi xwe winda bike. Şerê li dijî birayê xwe înkarikirina kurdatiyê ye."    MA /Zeynep Dûrgût