Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin 2022-05-04 12:11:53   MÊRDÎN - Li navçeya Qereyaziyê her çiqas qeymeqamtiyê ragihandibe ku têkildarî gotinên nijadperest ên mamosteyan ên li ser kurdî lêpirsîn dabe destpêkirin jî, mamosteya beriya niha li navçeya Nisêbînê bi heman parvekirina nijadperest kiribû, bêceza hate hiştin û hate parastin.   Mamosteyên ku li Dibistana Seretayî ya navçeya Qereyazi ya Erziromê peywirdar, li pêşiya tabeleya di ketina navçeyê de ku li ser “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin wêneyên nîjadperest kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Mamosteyên ku li ber tabelayê disekinin, îşaretên bêrêzî kirin û wêneyê xwe yê ku nivîsa kurdî tê de xuya nake bi vê nivîsê parve kirin: “Li aliyê din ê tabelayê ‘Hûn bi xêr hatin’ hatiye nivîsandin. Lê berteka me ya li dijî wê beşê diyar e.”   Bi zêdebûna bertekan re Qeymeqamtiya Qereyaziyê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û da zanîn ku têkildarî mijarê lêpirsîna edlî û îdarî dayîne destpêkirin.    TEHAMULÎ KURDÎ NAKIN   Parvekirineke weke vê beriya niha di 5’ê Nîsana 2021’an de ji aliyê Buşra Tarim a li Lîseya Anadolû ya Gîrêmîra ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dixebitî ve hatibû kirin. Tarim, li ser medyaya dîjîtal nivîsa “Êdî tayîna min dikare derkeve Xwedê. Tehamula min li hember axaftina kurdî ya van mirovan nemaye” parve kiribû.    QEYMEQAMTIYÊ PARASTIBÛ   Piştî ku bertek nîşanî Tarimê hatin dayîn Qeymeqamtiya Nisêbînê daxuyaniya ewil dabû, Tarim parastibû. Vê carê xelkê li ser medya civakî bertek nîşanî daxuyaniya Qeymeqamiyê da. Qeymeqamtiyê piştî bertekan daxuyaniya xwe ya ku Tarim diparast rakiribû. Piştî bertekan qeymeqamtiyê bi hêceta “ewlehiya canê wî nîne” Tarim li dibistaneke li navçeya Mîdyadê peywîrdar kiribû. Sendîkaya Şaxa Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Mêrdînê jî derbarê Buşra Tarim de ji ber “nijadperestî” û “Sorkirina gel” li Serdozgariya Mêrdînê gilî kir. Giliya Egîtîm-Senê bi neşopandinê encam girt. Dozgeriyê di biryara xwe de tu xetere nedît.    EGÎTÎM SEN WÊ ÎTÎRAZ BIKE   Egîtîm Sen’ê îtîrazî şandina Tarimê ya bi îdiaya “ewlehiya canê wê nîne” dibistaneke din û parastina wê kir.    MA / Ahmet Kanbal