Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da 2022-05-04 13:24:02   AMED - Li Amedê, di êrişa ku li dijî wesayîtekê pêk hat de ji kesên birîndar kesekî din jî jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Şêxbeko yê navçeya Rezan a Amedê, kes ango kesên nasnameya wan ne diyar duh di saetên şevê de bi çekan êrişî wesayîteke ku hê nasnameya ajokar û plaqeya wê nediyar e kiribûn û di wesayîtê de ji heman malbatê 5 kesan birîndar kiribûn. Di êrişê de duh dayik û keça xwe ya mezin jiyana xwe ji dest dabûn. Îro jî hevjînê dayikê jiyana xwe ji dest da. Tedawiya zarokên wan ên birîndar jî li nexweşxaneyê didome. Hat hînbûn ku rewşa wan jî xeter e.    Kes û ango kesên ku êrişê pêk anîne nehatine tespîtkirin. Hat diyarkirin ku ji ber erd beriya çend salan di navbera malbatê û malbateke din de şer çêbûye.    Tê angaştkirin ku keyayê gund jî hatiye girtin.