YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû 2022-05-04 14:15:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtburoya YNK'ê wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin, yê ku xelkê Şengalê radestî çeteyên DAIŞ'ê kir û reviya PDK bû."   Şaxa 17’an a PDK’ê duh bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku ji bilî PDK’ê tu hêzeke din nikare parastinê li Şengalê bike.   YNK’ê bi tundî bersiva PDK’ê da. Polîtburoya 15’an a YNK’ê a li Şengalê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “We behsa wê kir ku xelkê Şengalê şahid e kê qurbanî û xwîn di dema êrişa çeteyên DAIŞ ya ser Şengalê de daye. Rastî ev e, hûn bûn ku desthilata Şengalê di destê we de bû û berpirsa şaxa we bû, we digot em ê bi 12 hezar pêşmergeyan şer bikin.   Lê di rastiyê de şevek beriya êrişa ser Şengalê, ferman ji we re hat ku hûn yek fîşekê neteqînin û paşde bizivirin. Berpirsê şaxa we bû digot em ê Şengalê çol nekin. Lê we pêşiya her kesî, Şengal berda, xelkê sivîl di destê DAIŞ’ê de hêla û niha jî hemû xelkê Şengalê şahid e ku we Şengal radestî DAIŞ’ê kir.”   'WE ŞENGALÊ RADESTÎ DAIŞ'Ê KIR'    YNK derbarê rizgarkirina Şengalê de jî bersiva PDK’ê da û got: “We behsa pêvajoya azadkirina Şengalê kir, ya rastî ew e ku YNK’ê bi gelek çek û teqemenî bi rêya Sûriyê şand xaka Şengalê. Heya niha YNK yek deqe jî Şengal bernedaye, mil bi milê xelkê Şengalê tev li pêvajoya azadkirina Şengalê kiriye. Hinek pêşmegeyên YNK’ê yên ser bi Lîwaya 111’an ve di vê pêvajoya azadkirina Şengalê de şehîd bûne.”   Di dewama daxuyaniya YNK’ê de behsa zextên PDK’ê yên di dema hilbijartinên pêşwext yên Iraqê de li ser êzdiyan jî hat kirin û wiha hat gotin: “Di dema hilbijartinê de bi çêkirina tirs û xofê, we gef li hemû xelkên di nava wargehan de xwar. We got, çi kesê deng nede PDK’ê wê ji wargehê werin derxistin. Ji bo ku hûn sûdê ji dengê wan bistînin, we rê neda xelkê Şengalê vegere ser axa xwe.”   YNK’ê herî dawî diyar kir ku divê rewşa Şengalê aram bibe, xizmet ji bo herêmê were kirin û rê were dayîn xelkê Şengalê vegere ser axa xwe.