Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin 2022-05-04 16:12:44   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, di wesayîtekê de cenazeyê du ciwanan hat dîtin.    Li navçeya Hezex a Şirnexê, li ser rêya di navbera gundên Deravê Qesrê û bajaroka Erebanê de welatiyên bi navê Omer Kaya û Huseyîn Oner di wesayîtên xwe de mirî hatin dîtin. Li ser agahdarkirina welatiyan cendirme hatin cihê bûyerê û cenazeyê Kaya û Oner bi ambûlansan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Hat hînbûn ku polisan nexweşxaneyê dorpêç kiriye.