Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye 2022-05-04 16:36:43   STENBOL - Osman Kavala derbarê biryara Doza Geziyê de daxuyanî da û got: “Biryar kêfî ye. Biryar di  in zextên siyasî de hatiye girtin.”    Karsaz û parêzvanê mafê mirovan Osman Kavala yê ku ji Doza Geziyê cezayê girankirî yê muebedê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Sîlîvrîyê ku lê girtî ye, daxuyaniyek nivîskî şand. Kavala diyar kir ku pir eşkere ye ku xwepêşandanên Geziyê ji aliyê wî ve nehatine organîzekirin û wiha got: “Bi sedhezaran welatiyên me li dijî sepanên antîdemokratîk bi hestên edaletê, daxwaza azadiyê derketin kolanan. Girêdana van xwepêşandanan bi Soros re ango bi aktorek derve hewladanek beyhûde ye. Biryar kêfî ye. Biryar di  in zextên siyasî de hatiye girtin.”