OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin 2022-05-05 09:03:10 ENQERE - Ji OÇAV'ê parêzer Îlke Işik anî ziman ku rêvebiriya heyî ya Baroya Enqereyê di pêvajoyeke "rizîbûnê" de ye û wiha got: "Li dijî vê rizîbûnê em Baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin."  Desteya Giştî ya Asayî ya 67'an a Baroya Enqereyê dê di meha cotmehê de bê lidarxistin. Xebatên ji bo desteya giştî ji niha ve dest pê kirine.    Baroya Enqereyê beriya niha bi demekê bûbû cihê bertekên mezin. Navenda Mafên Mirovan a Baroyê têkildarî îşkenceya li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê raporek amade kiribû lê baroyê rapor neweşandibû. Ji ber vê li ser hev du gelek kesan ji baroyê îstifa kiribû û baro bûbû cihê bertekên mezin. Herî dawî rêvebiriya baroyê ragihandibû parêzerên ku aîdata xw enedin dê navên wan ji lewheyê bibe û ji bo vê teblîxat ji parêzeran re şandibû û paşê serwîsên diçin girtîgehê û pê serdana baroyên din tên kirin jî kiribûn biheq.    BERTEKA PARÊZERAN   Ev daxuyanî û biryarên baroyê bbûn cihên bertekên mezin. Parêzerên li ber van biryaran û daxuyaniyan rabûn gotin: "Em vê ferasetê qebûl nakin, kes nikare pirsgirêka rêvebiriyê û rûxandina aborî bike bar li ser milê me."    OÇAV'Ê DEST BI XEBATÊN XWE KIRIN   Li dijî vê krîzê, Koma Parêzerên Hevdem a Azadîxwaz (OÇAV) jî dest bi xebatan kir ji bo rêvebiriyeke nû ya baroyê. OÇAV'ê hê namzetê xwe diyar nekiriye, lê bi daxuyanî û civînên xwe ragihandiye ku ew doza baroyeke çawa û bi êi rengî dike.   Parêzer Îlke Işik, rexenyêN OÇAV'ê yên li rêvebiriya heyî û xebatên dane destpêkirin nirxandin.    Işik, bibîr xist ku bi salan e Koma Parêzerên Çep a Demokratîkl Baroya Enqereyê bi rê ve dibe û got: "Kes diguherin am feraseta desthilatê naguhere. Ev feraset feraseteke ne demokratîk e, feraseteke yekzilamî ye. Parêzeran daxilî nava pêvajoya biryargirtinê nake. Niha pir tê nîqaşkirin, behsa kesên baroyê bi rê ve dibin tê kirin. Me hemûyan bi vê dizanibû û bi salan wisa dewam kir. Niha ji ber qoltixê bi hev ketin. Niha şerê 'tu yê bibî serok an ez ê' dikin."    ‘ÊDÎ WISA NASERIFE'   Bi domdarî Işik rewşa heyî ya baroyê wekî "rizîbûnê" nirxand û wiha domand: "Bi rastî jî pêvajoya ku baro tê de ye rizîbûn e. Mesele ne kes in, feraset e. Em dibêjin êdî gere ev feraset nedome. Desteya berê ji ber ku parêzer tevlî nebûbûn destpê nekiribû. Me jî gotibû 'lê mêze bikin ji ber ku we ev der nekiriye rêxistineke parêzeran kes nayê.' Asta em hatinê ev e. Ên li baroyê nasnameya sazûmaniyê ya baroyê bi kar tînin û bi hev re şerê qoltixê dikin. Peywira sereke ya baroyekê ew e ku ji bo mafên mirovan bitêkoşe, lê niha li hemberî me baroyeke ku nikare vê têkoşînê bike heye. Em di pêvajoyeke 'êdî wisa naserife' de ne."    ‘FERASETEKE NÛ'   Di berdewamê de Işik li ser xebatên OÇAV'ê jî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di heman demê de parêzerên ku di navend û desteyên baroyê de dixebitin. Em parêzerên ku ne xwedî feraseta 'tu yê bi rê ve bibî, ez ê bi rê ve bibim' de ne. Em parêzein ku ji bo mafan têdikoşin."    Işik, bilêv kir ku ji bo desteya giştî ya nû civîn çêkirine û wiha pê de çû: "Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin. Ev baro ya me hemûyan e. Li dijî rizîbûnê feraseteke nû û mekanîzmayeke rêvebiriya baroyê ya nû divê. Em baş dizanin ev pergala heyî nikare tiştekî bike."    Işik, diyar kir ku têkildarî vê bi hemû komên xebatê re li hev civiyane û têkildarî pêvajoyê nêrîn û pêşniyarên parêzeran girtine û xebateke nû plan kirine.    Işik, da zanîn ku parêzer her ku diçe ji baroyê dûr dikevin lê ev ne sûcê parêzeran e. Işik, anî ziman ku êdî hatine wê astê ku nikarin xwe bigihînin serokên baroyê jî û axaftina xwe wiha qedand: "Lê êdî em vîneke baro bibe baroya her kesî dixwazin. Lewma em bang dikin em dibêjin werin em biaxivin û xwedî li baroya xwe derkevin."    MA / Zemo Aggoz