Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin 2022-05-05 13:27:45   ENQERE - Ji ber komeke ku anîn pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê, polîsan avahî dorpêç kirin. Di bûyera ku endamên partiyê bertek nîşandan de amirekî polîsan bi gotina “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bidim” gef li parlamentera HDP’ê Başaran xwar.    Komeke ku di bin parastina polîsan de anîn pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne piştî bi alên dewleta tirk daxuyanî dan çûn. Dû re sekinîna polîsan a pêş avahiya partiyê berdewam dike. Endamên HDP’ê diyar kirin ku polîs dixwazin li pêş avahiya partiya wan provokasyonê bikin û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan bi awayekî devkî û fîzîkî êrişî HDP’iyan kirin.  AXAFTINA BAŞARAN ASTENG KIRIN   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran a bertek nîşanî provokasyona polîsan dan xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dema Acar got ‘Ez ê daxuyaniyê bidim’ polîsan xebatkarên çapemeniyê dûr xistin. Polîsan ji bo Acar jî gotin ‘Wekîlê bigirin hundir’. Başaran a axaftina xwe domand wiha got: “Îro polîs û Wezareta Karên Hundir ji bo provokasyonê bikin hatin pêş avahiya me. Çelenkek heye polîs ji bo vê çelenkê biparêze xwe peywîrdar kiriye. Êrişkirina me mafdar dibînin. Ez daxuyaniyê didim pêşiya min vekin. Ez mafê xwe yê demokratîk bikartînim. Ez jî dê daxuyaniyê bidim.”   Başaran li dijî astengkirinê ev bersiv da: “Bikaranîna mafê min ê demokratîk tê astengkirin. Em ê li dijî provokatoran û êrişan têk neçin.”   POLÎS JI WEKÎL RE GOT: EZ Ê TE BI DÎWAR VE BIZMAR BIDIM   Amirekî polîsan wiha got: “Zarokên van li ku derê ne bêjin.” Başaran jî bavê xwe yê di salên 90’an de bi awayekî kiryarên nediyar de hatiye qetilkirin bi bîr xist û ev bersiv da: “Here wê demê kujerê bavê min jî bipirse.” Amirê polîsan ê piştî bersiva Başaranê heqaret û gefên xwe domandin ji Başaran re got “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bidim.”   Başaran û endamên partiyê bertek nîşanî polîsan dan. Dorpêça polîsan a li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam dike. Endamên partiyê jî dirûşmeya “HDP gel e gel li vir e” berz dikin.