Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin 2022-05-05 15:25:13   ŞIRNEX - Di şerê li Çiyayê Cûdî derketî de 8 leşker hatin kuştin lê wezaretê 2 aşkere kirin.    Li Girê Kenyamevin ê Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di navbera leşkeran û HPG’yiyan de şer derket. Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir aşkere kiribûn ku di 30’ê Nîsanê de Li Girê Kenyamevin ê Çiyayê Cûdî cendermeyê serpel Îsmaîl Can Akdenîz û çawişê pispor cenderme Fatîh Berkay Akgun hatine kuştin û çawişê pispor Ûgûrcan Çakici jî birîndar bûye. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dan, di çalakiya HPG’ê li baregeha leşkerÎ ya li Cûdî kiriye de 8 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê piştî şerê li Çiyayê Cûdî qewimî hate herêmê, serdana leşkerên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sererkan Aydogan Aydin a Şirnexê dihatin dermankirin kiribû.