Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan 2022-05-05 15:45:43   ÎZMÎR - Malbatiyên girtiyan bertek nîşanî malbatên îro çûn pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê dan û wiha gotin: “Ne HDP lê li pêşiya mala Erdogan û li ber deriyên saziyên dewletê rûnin. Çelengekî deynin ber deriyên wan.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan 57 roj li pey xwe hiştin. Malbatên ku li pêşiya Baroya Îzmîrê hatin ba hev, pêşmalkên bi nivîsa “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Malbatan, di çalakiyê de bertek nîşanî malbatên ku îro çûyîn ber deriyê avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dan.    Di çalakiyê de li ser navê malbatan yek ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û da zanîn ku ev 57 roj in derî bi derî li edaleta digerin. Gumuş, anî ziman ku heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Em qebûl nakin ku dewlet daxwazên me paşguh dike.”   Gumuş, bertek nîşanî malbatên ku îro çûyîn pêşiya avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê da û wiha domand: “Kesên ku daxwazên me jinedîtî ve tên îro ji bo provokasyonê hinek kes birine pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê. Ez van malbatan şermezar dikim. Divê ev malbat ne li pêşiya avahiya HDP’ê lê li pêşiya mala Erdogan û saziyên dewletê rûnin. Bila çelengan deynin ber deriyên wan. Bila bên û mîna me Nobeta Edaletê bigirin. Bila zarokên xwe ne ji HDP’ê lê ji dewletê bixwazin. Em li vê derê ji bo hemû kesî aştî û edaletê dixwazin. Provokasyona li pêşiya HDP’ê çareserî nîne. Divê di vê mijarê de zext li dewletê bê kirin.”