Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn 2022-05-05 16:57:15 STENBOL - Derbarê Rojnameya Yenî Akît ku heqaret li Garîbe Gezer a di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû kiribû û HDP’î hedef nîşandabûn de biryara neşopandinê hate dayîn.    Rojnameya Yenî Akît heqaret li Garîbe Gezer a di Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê de hate tecawizkirin û di 9’ê Kanûna 2021’an de jiyana xwe ji dest da kiribû û Partiya Demokratîk a Gelan hedef nîşandabû. Parêzerên malbata Gezer giliyê rojnameya Yenî Akît kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê derbarê giliyê de îdia kir ku nûçeya rojnameyê di çarçoveya “azadiya raman û îfadeyê de” û “Azadiya belavkirin û daxuyaniya ramanê” de ye û biryara neşopandinê da.