ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-06 09:00:36 * Ekrem Akman û Şukru Akman ên birayên hev ku piştî 30 salan hatin berdan, diyar kirin ku ew berdana xwe weke azadî nabînin û gotin: “Roja me ne azad e. Bi hezaran hevalên me man di girtîgehê de. Ji ber vê em çiqas li derve bin jî em vê weke azadî nabînin.” * Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Heco, diyar kir ku jinên êzidî li dijî şerekî gengaz amade ne ku têbikoşin û got: "Heya ev berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej ên li ser Şengalê encam negirin."    * Emîne Şenyaşar ku dê îsal jî li ber Edliyeya Rihayê Roja Dayikan Pêşwazî bike got: "Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e."    * Çalakgera Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr ku bi salan bi awayekî sîstematîk rastî tahdeya dewletê hatiye got: "Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin."    * Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan, diyar kir ku malbat ji bo balê bikişînin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nobeda xwe ya edaletê didomînin û got: "Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike."    * 10 çawîşên pispor ên tevli êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe bûn, derûniya wan xirab bû û îstifa kirin.    * Li girtîgeha Tîpa L a Kilîsê 7 girtiyên siyasî  ji ber pêkanînên girtîgehê yên li dijî mirovahiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. 7 girtiyên ku 15 rojin di greva birçîbûnê de ne, daxwaz dikin ku zext û êrîşên li ser wan bi dawî bibin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 424'emîn de berdewam bike.    * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe û mijarên di rojevê de binirxîne. (11.30) ZINDÎ   * Li gelek bajaran têkildarî provokasyon û hewldana êrişa li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê duh pêk hatibû dê daxuyanî bên dayîn û bê şermezarkirin. (12.30-18.00)   * Malbata Ferhan Yilmaz ê li Girtîgeha Sîlîvriyê piştî îşkenceya lê hat kirin jiyana xwe ji dest da dê li Parka Ataturkê ya Êlihê têkildarî tiştên qewimîne daxuyanî bide. (12.00)   * Li gelek bajaran dê ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (12.30-19.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Baroya Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)