Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê 2022-05-06 12:43:00 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ku bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatibû kirin, li qawişa tenê dimîne terkî mirinê hate kirin. Guler, ku her roja diçe rewşa wî giran dibe, karî xwe bi dîwaran ve bigire û wisa were hevdîtinê.    Rewşa girtiyên nexweş ê giran Siddik Guler ku beriya 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê hate kirin û di lîsteya “girtiyên nexweş ên giran” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire her ku diçe giran dibe.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE   Malbata Guler, ji ber Cejna Remezanê duh karî bi Siddik Guler re hevdîtina vekirî pêk bînin. Keça Guler ku gelek nexweşiyên wî hene, nayê dermankirin û ji ber temenê wî rewşa wî giran dibe, Ayşe Guler a çû hevdîtinê, tiştên dema hevdîtinê de qewimîn û parvekirinên bavê xwe ragihandin.    DI AXAFTINÊ DE ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE   Ayşe Guler, bi lêv kir ku bavê wê yê nikare tena serê xwe bijî û li girtîgeha 40 roj in sirgunî wê hatiye kirin, di qawişa 3 kesan de tena serê xwe tê girtin. Guler, da zanîn ku hêj dest bi dermankirina bavê wê yê di Girtîgeha Menemenê de ye nehatiye kirin. Guler, diyar anî ziman ku ji ber bavê wê demekî dirêje tenê dimîne, di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û di dema hevdîtinê de jî di axaftinê de zehmetî kişand. Guler, diyar kir ku di heman demê de bîrsariya bavê ku di pêvajoya dawî de destpêkiriye didome.    Guler, bi lêv kir ku bavê wê di dema hevdîtinê de xwe bi dîwaran ve girtiye û hatiye. Guler, ragihand ku bavê wê mecbûr dimîne ku ava vexwarinê jî bikire û ji ber vê yekê pereyê malbat jê re dişine di demekî kurt de diqede. Guler, bi bîr xist ku bavê wê beriya niha li Girtîgeha Îskenderûnê du caran Kovîd-19 derbas kir.    MECBÛR MA KU PORÊ XWE TENA SERÊ XWE BIBIRE   Siddik Guler, ji keça xwe re ragihand ku dema derdikeve cihê hewadarkirinê, zehmetiyê dikişine ku tena serê xwe bimeşe û nikare li ser piyan bisekine. Guler, wekî din porê wî yê dirêj bûyî tevî nexweş e jî mecbûr maye ku porê xwe tena serê xwe bibire.    Keça Guler, da zanîn ku ji roja bavê wê hatiye sirgunkirin heta niha hevdîtina parêzeran pêk nehatiye û banga hestiyariyê li rayagiştî û rêxistinên mafên mirovan kir.