Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê 2022-05-06 12:47:31 COLEMÊRG - Hat zanîn ku gelek doktorên pispor anîne nexweşxaneyên Sahrayê yên ji bo leşkerên di şer de dimirin hatine avakirin.  Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve ji 17’ê nîsanê ve didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê tên ragihandin, şerên dijwar di navbera leşker û endamên HPG’ê de diqewime. Li gundê Ertûşê yê bi ser naçveya Çelê ya Colemêrgê û li navçeya Geverê jî ji bo leşkerên mirî û birîndar girêdayî 1'emîn Fermandariya Tabura Komando Cendirmeyan a Geverê, nexweşxaneyên Sahra bi kapasîteyên mezin hatine avakirin. Hat diyarkirin ku ji bo hejmara leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane werin veşartin û eşkere nebin ji bajarên derdorê û Enqere û Stenbolê doktorên pispor û profesor anîne nexweşxaneyên Sahrayê.    JI BO LEŞKERÊN KUŞTÎ BÊN VEŞARTIN NEXWEŞXANE HATIN AVAKIRIN    Li gorî agahiyên ji çavkaniyek xwecihî hatin girtin, piştî nexweşxaneyên Sahra hatine avakirin, leşkerên ku tên kuştin û birîndar neanîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Çavkanî diyar kir ku piştî teqîna ku 4 roj berê qewimîbû û 6 leşker têde birîndar bûbûn rakirine nexweşxaneyê. Çavkanî dibêje ku leşker bi giranî birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku hemû leşkerên jiyana xwe ji dest dane dibin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.   PIŞTÎ OPERASYONÊ ŞEBEKEYÊN GUND TÊN QUTKIRIN    Li aliyê din hat diyarkirin ku bi rojan e li geliyê Sînava, Oremar û Doskî yên bi ser navçeya Geverê ve operasyonên leşkerî hatine destpêkirin û piştî her operasyonê şebekeya gundên herêmê tên qutkirin. Di operasyonên ku hatin destpêkirin de gelek leşker bi wesayîtên zirxî birin herêmê, li gir û qadên bilind hatine bicihkirin. Li aliyê din di hefteya dawî de li herêmê, bi taybet jî danê êvarê li 3’yemîn Fermandariya Tumena Piyade ya Geverê tevgera helîkopterên leşkerî heye. Herî zêde tevgera helîkopteran ji duh êvarê heta saetên vê sibehê dewam kir. Li esmanê navçeyê ji bilî helîkopteran heta saetên sibehê dengê SÎHA û balafirên şer hatin bihîstin. Bi ronahiya rojê re tevgera hewayî nehat dîtin û bihîstin.