Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn 2022-05-06 15:12:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ên 50 sal berê hatibûn bidarvekirin, li gelek bajaran hatin bibîranîn.    Pêşengên şoreşger ên nifşa 68’an û sazûmankarê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan, 50 sal beriya niha hatibûn darvekirin, li gelek bajaran bi dayîna daxuyanin hatin bibîranîn.    Li Mêrsînê Hêzên Ked û Demokrasiyê û Komeleya 68’an li Parka Zarokên Azad daxuyanî dan û her sê şoreşgeran bibîranîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê jî li avahiya xwe ji bo bîranîna her sêşoreşgeran bernameya bîrînê li dar xist û daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Li bajarê Ordûyê jî Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Bajêr li Meydana Tahil Pazarî ya li navçeya Altinordûyê daxuyanî da û her sê şoreşgeran bibîr anî.