Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde 2022-05-06 15:17:18 RIHA - Dayikên Aştiyê yên li Rihayê bertek nîşanî şerê li dijî axa Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin dan û xwestin Barzanî dest ji piştevaniya Tirkiyeyê berde. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bi boneya Roja Dayikan a dê roja 8’ê mehê were pîrozkirin li ber avahiya HDP’a Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn û laçikên spî ku remza aştiyê ne dan serê xwe.    Parlamenter Ayşe Surucu di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em roja dayikan li hemû dayikan pîroz dikin. Demek dirêj e dayik li ser vê axê êşê dikişînin. Dayik bi salan e li hemberî vê yekê li ber xwe didin. Dayik li Stenbol, Îzmîr, Wan, Amedê li dijî bêhiqûqiyê nobeda edaletê digirin. Em nobeda dayikan silav dikin. Emîne Şenyaşar 5 demsal in li ber Edliyeya Rihayê li dijî hemû zehmetiyan di Nobeda Edaletê de ye. Em berxwedana wê silav dikin. Divê îktidar dev ji polîtîkayên neheq berde.”    ‘DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYA ŞER BÊ ANÎN’    Surucu bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê ku li dijî axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin da û wiha got: “Divê tavilê dest ji polîtîkayên şer bê berdan. Lazim e îktidar dawî li polîtîkaya xwe ya şer bîne. Xelata herî bi rûmet ji bo dayikan aştî ye. Em hêvî dikin ku Roja Dayikan ji bo aştiyê bibe diyarî. Divê malbata Barzanî ji bo kuştina zarokên kurd nebe sedem û pêşî li şer veneke.”    ‘EM ŞER NAXWAZIN’    Endama Meclisa Dayika Aştiyê Hadlê Ogur jî wiha got: “Em wek dayikên aştiyê dibêjin bila Barzanî dest ji xiyanetê berde. Êdî bes e. Bila kes nemire. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Divê tavilê pêşiya aştiyê bê vekirin. Em dibêjin aştî, aştî, aştî.”    Piştî daxuyaniyê jinan ji bo rawestandina şer çalakiya rûniştinê li dar xist.