Li Garê droneya PDK'ê hat xistin 2022-05-06 16:32:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Garê ya Herêma Kurdistanê droneyeke PDK'ê hat xistin.  Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin berdewam dike. Di 20'an a êrişê de li gelek deveran şerekî dijwar diqewime. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye bîlançoya şerê di 4 û 5'ê gulanê de hat dayîn. Li gorî nûçeyê ji ber encama ku hatiye xwestin nehatiye girtin û êrişên kîmyewî berdewam dikin. Di şerê 3 rojên dawîn de 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.    Her wiha di nûçeyê de hatiye derbaskirin di 4'ê gulanê de li herêma Kurojahro 2 helîkopter hatine derpkirin û li heman herêmî di 5'ê gulanê de jî leşkerek û li herêma Çiyareş jî 2 leşker hatine kuştin. Piştî kuştina leşkeran herêmên Şehîd Şahîn, Kurojahro, Karker bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin.    Li gorî nûçeyê, di 4'ê gulanê de li bajaroka Bakirman a navçeya Akrê ya di bin kontrola PDK'ê de droneyek ji baregeha leşkerî rabûye û li herêma Garê hatiye xistin. Piştî ketina droneyê herêma drone lê ketiye bi awayekî tund hatiye bombebarankirin.