Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin 2022-05-07 10:29:02   ŞIRNEX -  Xelkê navçeya Cizîrê diyar kirin ku êrişên li dijî HDP'ê xetimandina îktidarê ye û gotin: "Ew çiqasî êriş bikin em ewqasî bi hêz dibin. Em kurd in û natirsin."    Di 5'ê adarê de li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) êriş û provaksyona  polîsan û gefa kuştinê ya li Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran hat xwarin. Li dijî vê êrişa HDP'ê bertek û hêrsa xelkê jî berdewam dike û zêdetir dibe. Welatiyên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bertek nîşanî êrişên li ser HDP'ê dan û gotin êriş dê nikaribin dengê HDP'ê qut bike.    'DIXWAZIN EMRÊ ÎKTIDARA XWE ZÊDE BIKIN’    Ji welatiyan Bîlal Aydemîr anî ziman ku HDP ji ber ku doza rastiyê dike ji ber wê her carê dibe armanca êrişan û got: "Em van êrişên li ser HDP'ê şermezar dikin. Dewleta tirk bi salan e li ser gelê kurd û HDP'ê êrişan dike. Divê ku gelê kurd helwesta xwe bi awayeke eşkere nîşanî van êrişan bide. Tayîp Erdogan ji bo ku îktidara xwe bidomîne van êrişan dike. Bi van êrişan dixwaze ku îktidara xwe ya heyî bi hêztir bike. Hebûna xwe bi van êrişan didomîne. Dengê wan kêm dibe û êriş dikin. Ji bo ku reyê xwe zêde bike van êrişan didomîne. HDP partiya gelan e. HDP partiya me hemûyan e. Di nav vê partiyê de kurd, tirk,çerkez, laz û her gelek heye. Ji ber ku HDP ji hemû netewan re demokrasiyê dixwaze ji ber wê her diçe êrişên xwe zêde dikin. Ji bo ku naxwazin demokrasî pêş bikeve ji ber wê jî HDP dikin armanca xwe. Çareseriya vî şerî û aloziyan HDP ye. Danûstandinên bi HDP'ê re wê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike. Girtin û êrişên li dijî HDP’ê ne çareserî ye. HDP biçe wê şûna wê yeke din bê avakirin. Em tu caran ne bê çareserî ne."    'ÇIQAS ÊRIŞ BIKIN EM EWQAS XURT DIBIN’    Welatiyê bi navê Beşîr Dogan jî diyar kir ku êriş çiqasî zêde bibin ew ewqasî bi hêz dibin û wiha axivî: "HDP partiyeke rast e. HDP mafê her kesî diparêze. Ji ber wê jî jê hez nakin. Weleh çiqasî êriş bikin em ewqasî bêtir bi hêz dibin. HDP bigirin jî em ê dîsa dengê xwe bidinê. HDP ferq û cudahî nake. Lê AKP û ên dîtir ne welê ne. Qanûn û qîmeta ji bo AKP’ê li vî welatî çi be, ji bo HDP’ê jî divê ew hebe. Pergala îktidarên Tirkiyeyê li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin. Ji zarokan heta mezinan her neferek kurd wek neyar dibînin. Niha em ji wan bêtir mafê Tirkiyeyê diparêzin. Niha HDP'ê bigirin jî em ê yeke din vekin. HDP bigirin jî em ê dengê xwe nedin wan. Ji ber ku HDP neheqiyê qebûl nake lewma êrişan li dijî wê pêk tînin. Em wekheviyê dixwazin. Çiqasî mafê wan hebe ewqasî mafê me jî heye. Li vî welatî her tişt ji bo AKP’ê rewa tê dîtin.”    'XEBATA HDP’Ê LI ZORA WAN DIÇE’    Yek ji welatiyên ku bertek nîşanî êrişan da jî ciwanê bi navê Hesen Baydemîr e û bi lêv kir ku êdî kes nikare li gorî dilê xwe biaxive û ev tişt got: "Em ê ji bilî HDP dengê xwe nedin tu partiyê din. Em nikarin biaxivin. Heke ku em biaxivin wê sibê li ser malê de bigirin. Êdî mirov nikarin fikrên xwe bi azadî bînin ziman. Heke kurd di nava xwe de nebin tifaq em ê nikaribin li hemberî van êrişan bisekinin. HDP partiya me ye. Ji ber ku bi hêza HDP’ê nikarin lewma her car êrişî wê dikin. Bi êriş û gefan nikarin têkoşîna HDP’ê bidin sekinandin. Xebat û têkoşîna HDP’ê li zora wan diçe. Ew bigirin jî em ê dîsa vekin. Ew bi me nikarin.”    'EM VÊ ZILMÊ NAXWAZIN’    Ji welatiyan Cevher Ruvanas jî da zanîn ku kurdbûyin ne sûc e û got: "Li her derê li dijî gelê kurd êrişên faşîstan zêde bûne. Em jî weke her kesî mafê xwe dixwazin. Xwedê em kurd dayine. Em jî vê zilmê naxwazin. Ev der warê kurdan e. Dema ku yekê tirk tê vê derê. Em rêz û hûrmetê jê re digirin. Lê tirkên ku li metropalan heman tiştî nakin. Bikaribin wê her tiştekî bikin. Ew tu caran kurdan weke bira nabînin. Lê em tevî hemû van kirinan jî em dibêjin em bira ne.”   'ÊRIŞ BI FERMANA SOYLU PÊK TÊN’    Mustafa Ecevît jî anî ziman ku êriş bi fermana rayedarên îktidarê pêk hatiye û wiha got: “Em vê êrişî şermezar dikin. Dewletek radibe bi polîsên xwe ve diçin ser partiyekê. Ew partiyeke siyasî ye. Ma çi mafê wan heye ku vî tiştî dikin. HDP partiya gelê kurd e. Nêzikî 6 mîlyon kes dengê xwe didin wê partiyê. Mafê tu kesî tune ye ku biçin ser binaya wê partiyê. Em vê qebûl nakin. Em dibêjin bila aştî hebe. Lê ew vê qebûl nakin. Bi van êrişan pêşiyê li aştiyê digirin û dixwazin çavê gel bitirsînin. Kesek nikare tiştek bibêje. HDP partiya rûmetê ye. Heta ku em hebin em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Ev êriş bi fermana Suleyman Soylu pêk hat. Eşkere dibêjin ‘em we qebûl nakin’. Kurdan wek welatiyên vî welatî nabînin.”    'HDP TEMSÎLIYETA AŞTYÊ YE'    Ji welatiyan Hediye Toprak jî diyar kir ku bi van êrişan HDP'ê îlagalîze dikin û wiha nêrazîbûna xwe anî ziman: "Neheqiyê li me û partiya me dikin. Em her tim bindest in. HDP temsiliyeta aştiyê ye. HDP'ê tiştek nekiriye. Kî neheqiyê bike xwedê ji wan re nehêle. Ji ber ku partiya me partiya kurdan e, her carê êrişî partiya me dikin."   'TAYÎP ÇI BIXWAZE WÊ DIKIN'    Yek ji welatiyan Huseyîn Papu jî wiha bertek nîşanî êrişên li dijî HDP’ê da: "Bi salan e li ser me ev êriş hene. Tayîp Erdogan çi bixwaze wê dike. Bi van êrişan dixwazin ku bigirin. Heke ku HDP hevalê AKP'ê bûya wê îro van êrişan nekira. Armanca êrişan eşkere ye. Lê em ê qebûl nekin."    'EM NATIRSIN'    Welatiyê ku nexwest navê xwe bide jî bi lêv kir ku ev ne care yekeme ku êrişî HDP’ê dikin û got: "Em wan û şirîkên wê êrişê şermezar dikin. Sala ku li ser me êriş tune ne heye? Ji salên 90'î heta niha êriş li ser partiya me berdewam dikin. Heman êriş di dewrê de ne. Tiştek ku hatibe guhertin tune ye. Em kurd in ji wan û êrişên wan natirsin. Em kêm nabin. Ma dibe ku giya li erdê xelas bibe?"