Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin 2022-05-07 15:01:51   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zarok jî di nav de 10 kesên ku bi hêceta çend roj berê kevir avêtine polîsan hatin binçavkirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi ser mala 10 kesên ku bi hêceta çend roj berê kevir avêtine polîsan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û pişt re zarok jî di nav de 10 kes kirin binçavan. Yahya Ustek (16), Yusuf Tok Yaş(15), Abdullah Bayar(20) û 7 kesên ku navê wan nehat zanîn hatine binçavkirin.   Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.