HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da 2022-05-07 16:40:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tu têkiliya wan bi teqîna li Duhokê re nîne ku di encamê de tûrîstekê danîmarkî jiyana xwe ji dest dabû.    Di çarçoveya êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyek da.   HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama şer û pevçûnên dijwar ên di 5-6-7’ê gulanê yên li herêmên Zap û Avaşînê de 18 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne, derb li helîkopterekê hatiye xistin, çeperekê çeka A4 û 2 konên leşkerî hatiye rûxandin.    Bi domdarî HPG’ê da zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyeyê di 6’ê gulanê de quntarên Girê Zengil ê herêma Garê, qadên Karker, Çemço, Geliyê Balinda û Sîda yên girêdayî herêma Zapê bombebaran kirine. Her wiha HPG’ê daxuyand ku herêmên Çemço û Sîdayê jî bi obus û çekên giran ên ji qereqolên li ser xeta sînor hatine topbarankirin.    BÛYERA LI KANÎMASIYÊ    Li Kanî Masî ya girêdayî Duhokê di encama teqînekê de tûrîstekî danîmarkî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûbû. HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî dan: “Herêma ku bûyer lê qewimî, ne cihê ku em lê ne û em lê bigerin e. Em mayinên bejahiyê bikar nayînin. Ev diyarde hewcedarî lêkolîn û analîzê ye. Ti eleqeya hêzên me bi vê bûyerê re nîne.”