Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin 2022-05-07 19:11:21   COLEMÊRG - Li herêma Binarê ya Şemzîzanê 3 "kolberên" ji Rojhilata Kurdistanê winda bûbûn. Piştî 4 mehan cenazeyê "kolber" Barzan Mihanî hat dîtin û hat ragihandin ku ji bo cenazeyên her du "kolberên" din jî lêgerîn didome.    Beriya niha bi 4 mehan, di 19'ê Çileya 2022'yan de, li herêma Binarê ya Şemzînan a Colemêrgê "kolber" Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mihanî winda bûbûn. Hat ragihandin ku îro cenazeyê Barzan Mihanî yê ji gundê Bawanê yê Mêrgever a Urmiyeyê hatiye dîtin. Cenaze ji aliyê şêniyên mezrika Gelêşmê ya gundê Garê yê navçeya Şemzînanê ve hatiye dîtin.    GUNDIYAN CENAZEYÊ MIHANÎ DÎT   Çavkaniyên herêmî ragihandin ku cenaze ji aliyê gundiyên ku çûne pincarê ve hatiye dîtin û haya eskerên tirk pê hatiye xistin. Bi hatina eskeran re, esker û şêniyên gundê Garê çûne cihê ku cenaze lê hatiye dîtin û gundiyan ji bo otopsiyê cenaze dane eskeran. Hat diyarkirin ku bi dîtina cenazeyê Mihanî re gelek şêniyên Bawanê jî hatine ber sînor û ji bo cenazeyên din dest bi lêgerînê kirine.    Hat ragihandin ku ji ber ku tarî ketiye erdê lêgerîn bi dawî bûye û dê sibê tevî AFAD, îdareya taybet a bajarê Colemêrgê û UMKE lêgerîn bidome.