ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-08 09:00:13   * Jinên ku bertek nîşanî êrişa li ser HDP'ê û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê hatin xwarin dan, destnîşan kirin ku AKP hatiye dawiya desthilata xwe ya 20 salan û gotin: "Ev êrişkariya wan ji ber bêçaretiya wan e."    * Mûharrem Guneş ku di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 2'yan de ye, 6 meh di ser berdana wî re derbas bûye, lê bi hinceta "4 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn" înfaza wî hatiye şewitandin.    * Elewiyan ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe gotin, divê pêşî demildest şer bi dawî bibe û li dijî êrişan ji bo yekîtiyê bang kirin.    * Rojnamevan Omer Hujebrî, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê bi ser bikeve û got, her kes divê li dijî van êrişan li dor Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bibe yek.    * Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Salih Karataş, got: "Em dizanin ku roja komkujî çêbû wezîr, walî, polîs û serbijîşkê nexweşxaneyê jî li nexweşxaneyê bûn. Ev kes dikarin bibin şahid li dadgehê. Edaleta civakî ancax bi vî awayî dikare pêk bê."    *  Li Amedê ji aliyê qeyûm ve navê cadeya Şengalê hat guherandin. Welatiyên malên wan li ser cadeyê ne bertek nîşanî guhertina nav dan û armanca vê guhertinê asîmilekirina kurdan e.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 426’an de berdewam bike.    * Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî wê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê deklarasyonekê aşkere bike. (11.00) ZINDΠ   * TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Dayikên Aştiyê wê bi boneya Roja Dayikê li Mêrsîn û Nisêbînê daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin. (11.00-14.00) (ZINDÎ)   Rêxistina HDP’ê ya Bûrsayê wê 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî bi tev li bûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan pêk bîne. (13.00) ZINDÎ