Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir 2022-05-08 13:50:00   ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ku di Konferansa Jinan a Herêma Anatolyaya Navîn a HDP’ê de axivî, bi lêv kir ku weke jin dê li dijî şer aştiyê biparêzin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4’emîn Konferansa Jinan a Navendî ya Mezin, duyemîn Konferansa Jinan a Herêma Anatolyaya Navîn li Rêxistina HDP’a Enqereyê pêk anî. Jinên li bajarên herêman di rêveberiya navend û navçeyan de cih digirin tev li konferansê bûn. Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz û endama Meclîsa Partiyê (PM) Leman Kîraz jî tev li konferansê bûn.    Li eywana konferansê pankarta bi kurdî û tirkî ku li ser nivîsa “Em di azadiyê de israr in, di têkoşînê de bi biryar in” dinivîsî û postere Denîz Poyraz a di êrişeke nijadperest a li ser Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, hatin daliqandin.    ‘EM DI SERDEMEKE KU QIRQIRINÊN JINAN HENE DE DERBAS DIBIN’   Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ku di konferansê de ewilî axivî, wiha got: “Demekî ku em ber bi kongreya xwe ve diçin em konferansa xwe ya jinan a Anatoliya Navîn li dar dixin. Em li erdnîgariya ku em lê dijîn di serdemeke ku qirqirin û komkujiyên jinan hene de derbas dibin.” Sînemîllîoglû, destnîşan kir ku weke partî her roj bi provokasyoneke nû re rûbirû ne û anî ziman ku bi êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. Sînemîllîoglû, da zanîn ku weke jin wê parastina aştiyê ya li dijî şer bidomînin.   ‘ME BERSIVEKE HERÎ XURT DA ÊRIŞAN’   Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz jî bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha axivî: “Êrîşên cidî li ser partiya me hene. Me beriya niha jî dît. Bi taybetî xwedî derketina hevalên li vir girîng bû. Li aliyekî doza girtinê li aliyekî êriş hene lê di hemû nîqaşên ku me kirin de, biryardariyek hatiye dayîn ku bersiva herî xurt bidin van êrîşan. Em ê di van konferansên xwe de hem serdemên berê hem jî yên pêşiya me em ê niqaş bikin.”   Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.