Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin 2022-05-08 14:41:09   RIHA - Ciwanên HDP’î û xwendekarên Zanîngeha Harranê, serdana Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kirin û Roja wê ya Dayikan pîroz kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 426’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbata çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe didomîne. Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwendekarên Zanîngeha Harran bi boneya Roja Dayikan serdana malbatê kirin. Ciwanan bi kulîlkan Roja Dayikan li Emîne Şenyaşar pîroz kirin.    BANG LI CIWANAN KIR   Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Rihayê Omer Altûn ê di serdanê de axivî, di kesayeta dayika Emîne Şenyaşar de Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Em weke ciwanên kurd bi çavên xwe dibin şahidê berxwedana destanî ya malbata Şenyaşar a 426 roj in dîwarên avahiya Edliyeya Rihayê dihejînin. Berxwedana malbata Şenyaşar a ji aliyê çapemeniya cihanê ve jî tê şopandin îro mixabin ji aliyê medyaya alîgir ve nayê dîtin û tê paşguhkirin. Em weke endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê û xwendekarên Zanîngeha Harranê careke din jî diyar dikin ku em ê bibin dengê vê berxwedanê. Ne tenê ciwanên kurd em bang li hemû ciwanan dikin ku bibin dengê vê berxwedanê.”   ‘LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ SERÎ HILDIDE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi etîketa Roja Dayikan ev peyam parve kir: “Îro roja dayikan e. Dayikeke ku hatiye qetilkirin û ji bo kurê xwe yê girtî li pêş ediyeyê li dijî bêhiqûqiyê serî hildide heye. Roja Dayikan a hemû dayikên li dijî zilmê bêdeng nemînin pîroz be.”