Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin 2022-05-08 15:03:48   MÊRDÎN - Dayikan, di meşa li Nisêbînê hate lidarxistin ku êrişên AKP’ê yên bi hevkariya PDK’ê tên meşandin lê hatin şermezar kirin de wiha bang kirin: “Vî şerê qirêj bi dawî bikin.”   Di pêşengtiya Meclîsa Dayikên Aştiyê, bi armanca şermezarkirina êrişên AKP’ê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe tên meşandin li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbîna Mêrdînê meşek hate lidarxistin. Gelek dayikên ku ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê hatin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Dersîm Dag, Nûran Îmîr, Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku Nobeta Edaletê digirin tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Heta rojên azad ava bikin, em ê tekoşîna xwe bidomînin” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre ixanet” hatin berzkirin.    BANG LI MALBATA BARZANÎ KIRIN   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Gunay ku piştî meşê axivî, Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û bertek nîşanî hevkariya AKP’ê û PDK’ê ya êrişên li ser Herêma Kurdistanê da. Gunay, bang li malbata Barzanî kir û wiha got: “Vî şerê qirêj bi dawî bikin. Hûn nikarin vî gelî bi qetilkirin û girtinê bi dawî bikin. Barzanî vî şerî qirêj bi rê ve dibe û şerm nake dibêje ez kurd im jî. Şerm e guneh e…”   NEDAYÎNA CENAZEYAN   Gunay, bi bîr xist ku cenazeyên 5 HPG’yiyên li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dane hêj nedane malbatên wan û wiha berdewam kir: “Gel li kolanan cenazeyên xwe dixwaze. Şerm bike, cenazeyê van dayikan bidê. Dayik di cejnê de jî di Roja Dayikan de jî li benda cenazeyê zarokên xwe ne. Dayik dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Lê em nikarin bigihin zarokên xwe. Tu ji dijberiya kurdan şerm nakî?”    GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN   Gunay, bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin jî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me li zindanê terkî mirinê tên kirin. Li girtîgehan jî cenazeyê zarokên me derdikevin. Em dayikên aştiyê ne, dixwazin ev xwîn êdî nerije. Bila ev xwîn bisekine, mirin çênebin û ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em naxwazin kes bimire. Em weke dayikên aştiyê weke mertalên zindî dixwazin ev şer bi dawî bibe.”   Dayikan daxuyaniya xwe bi çalakiya rûniştinê bi dawî kir.