'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû' 2022-05-09 09:04:23 AMED -  Piştî restorasyonê Dêra Sûrp Gîragos a ermeniyan hat vekirin.Welatiyan di derbara restorasyon û xirab kirina dema qedexeyên derketina derve de axivî û wiha got: “Ji bo desthilatê tu qiymeta taxa Sûr tinne bû yên xirabkirin îro jî hetine vedikin.”   Dêra Sûrp Gîragos a ermenan ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan hat vekirin. Dêra Sûrp Gîragos, li Rojhilata Navîn dêra herî mezin a ermenan e. Di sedsala 14’an de hatiye çêkirin û piştî ew qas şer, talankirin û êrîşan jî hê jî li ser pêyan e. Di dema Şerê Dudoyan ê Cîhanê de baregeh û depoya çekên leşkerê alman bûye û di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeyê hatin îlankirin jî JOH û POH'an (polîsên taybet) ew ji xwe re wekî qereqol bi kar anîne.    Piştî xebatên restorasyonê yên ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve dêr hat vekirin. Di dema merasîma vekirinê de gelek ermeniyên ji Êrivan, Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hatin.    Kesên hatin tevli merasîma vekirinê ya Dêra Sûrp Gîragosê, têkildarî texrîbkirina wê û vekirina wê de axivîn.    Antropolog Dara Gunal bal kişand ser dîroka dêrê û taybeti ya wê. Gunal anî ziman ku ew avahî di dema Şerê Dudoyan ê Cîhanê de ji aliyê leşkerên Alman ve wekî baregeh hatiye bikaranîn û got: “Wexta Şerê Dudoyan wekî depoya çekan haiye bikaranîn. Hundirê dêrê hatibu texrîbkirin û baniyê wî jî qet tune bû. Piştî alikariya cemaetên ermenan û serokê berê ya Şerdariya Amedê Osman Baydemîr û serokê berê yê Şeradariya Surê Abdullah Demirbaş hat restorekirin. Di dema qedexeyên derketina derve de dêr dîsa xirab bû. Restorasyona ku hatiye kirin ji aliyê fîzîkî ve hin tişt hatine kirin, lê ji aliyê rûh ve tu tişt nedaye der. Me ew ruh 7 sal berê winda kir. Tenê dêr û Xançepek ji dest me neçûn, di destê me de tenê ev avahiyan man û ruh jixwe çû.   Niviskarê ermen Pakrat Estukyan jî destnîşan kir ku Dêra Sûrp Gîragos li Rojhilata Navîn dêra herî mezin a ermenan e. Estukyan diyar kir ku beriya şerê Sûrê ermenên ku di nasnemeya wan de misilman dinivisandin bi xwedîderketineke mezin dihatin dêrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2012’an de dêr dîsa hat restorekirin û bi coşek mezin vebû. Ji her aliyî ve ermen hatin û tev li vekirinê bûn. Ew dêr bi wî awayî heta 2015’an zindî ma. Paşê gelek tişt guherîn. Bi taybetî Taxa Xançepekê wekî mîras û belge bû, hewş û kolanên ew xaniyan hatin xirabkirin. Aniha em dibînin ku bi destê TOKÎ'yê taxêke nû û bê ruh hatiyê çêkirin û di nav bera tax û dêrê de xerîbiyek û qutbûnek çêbûye, em pir li ber vê dikevin."   ‘LI KOLANÊN SÛRÊ TANK DIGERIYAN’   Estukyan di berdawama axaftina xwe de destnîşan kir ku di dema qedexeyên derketina derve de dêr wekî baregeha polîs û eskerên tevgera taybet (JOH-POH) dihat bikaranîn û got: “ Şerê kû li vira qewimî şerekî hov bû. Ew qas avahî û taxên Sûrê ji bo desthilatê tu mane û qiymeta wan tune bû. Li kolanên Surê tank digeriyan, em bûn şahid. Piranî avahî bi tank û topan hat xirabkirin. Ew tiştine gelek giran in. Em êdî naheyirîn lê nikarin qebûl bikin.”   ‘KÎ JI WE TOLEDO XWEST’   Di dawiya axaftina xwe de Estukyan bi lêv kir ku kesên ku wan deran xirab kirine di heman demê de restore jî kirine û îro ji bo probagandaya xwe hatine tevli merasîma vekirinê bûne û got: “Ji bo me ermeniyan ew vebûn û manayê dêrê cuda ye, ji bo dewlet cuda ye. Dewlet dixwaze bi vê vekirinê probagandaya xwe bike û xwe wekî xwedî xweşbîn û azadîxwaz nîşan bide. Ne jidil in. Bi min jidil nayê. Ji ber ku ya ku ew xera kiriye dewlet e. Serokwezîrê vê demê digot ‘Em ê Sûrê bikin Toledo.' Ew nîşan dide ku ew kes rastiya bajêr jî, ruhê bajêr jî û derûniya bajêr jî fêm nekiriye. Kî ji we  Toledo xwest? PÊdiviya kê bi Toledoyê heye? Em di nav wan kuçeyan de şahidê dîrokê bûn. Ew xirab kirin, ev nayê qebûlkirin.”   ‘DIXWAZIN HER TIŞTÎ XIRAB BIKIN Û BIGÛHERÎNIN   Ji beşdariyan Tarik Hanazay jî diyar kir ku li Sûrê li Taxa Hasirli dimîne û bi gelek ermenan re hevaltî û cinartî kiriye. Hanazay bal kişand ser restorekirina dêrê û wiha got: “Kevirên dêrê birine û ji bo restorasyonê kevirên nû hanîne. Yanî ew jî ruhê dêrê xirab kiriye. Em bala xwe didinê, bi vê restorasyonê rengê wê yê berê jî winda bûye. Li Amedê avahî bi kevirên reş tên çêkirin, lê aniha ew bi kevirên bazalt çêkirine, nebûye. Ruhên wan xirab kirine. Xaniyên berê bi hewş bûn, fireh bûn hewce bû ku bihatana parastin ji ber ku ev der dîroka bi hezaran salan e. Pir dewlemend û cuda bûn. Dibêjin restorasyon, lê na tiştekîw isa tune ye. Dixwazin her tiştî xirab bikin û biguherînin. Desthilat bi vî awayî dixwaze propganadaya xwe bike û xwe wekî demokrat û azadîxwaz nîşan bide. Halbûkî di asasê xwe de ne wisa ye.    Seyfi Demîr jî destnîşan kir ku dêr bi salan e li hemberî hemû êrişan û şeran lis er pêyan maye. Demîr, behsa texrîbkirina dêrê jî kir û got: "Ez bi dilekî xemgîn tevli merasîmê bûm."