Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin 2022-05-09 10:53:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Zapê ku şerekî dijwar lê diqewime, hate diyarkirin ku çawişên pispor hewl didin ku birevin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin didomin. Bi ser êrişên bi bombebaranên zêde dest pê kirin re tevî 23 roj derbas bûn jî Tirkiyeya ku tu encam bi dest nexist, neçar ma ji gelek noxteyan paş ve biçe. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji qada şer derbas kir, artêşa tirk li herêmên Kurojahro, Werxêlê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê çekên kîmyewî bikaranîn. Li gorî nûçeyê di şerê li herê mê de heta niha herî kêm 300 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.     SENDROMA ZAPÊ   Cerdevanên ku birine herêmên şer lê hene, dan zanîn ku li Zapê şerên dijwar rûdidin û çawişên pispor bi payebilindên xwe re niqaşan dikin. Cerdevanan, diyar kirin ku çawişên pispor ên şandine Zap’ê pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û bi lêv kirin ku ev rewş di nava leşkeran de rê li ber niqaşan vekiriye. Cerdevanan ragihand ku çawişên pispor bi gotina “Çi karê min li vir heye?” hewl didin ku birevin. Cerdevanan, dan zanîn ku çawişekî pispor ê hewl daye bireve ji aliyê binefser ve ji lingê xwe ve hatiye birîndar kirin.    Van rojên derbasbûyî 10 çawişên pispor ên pirsgirêkên psîkolojîk dijiyan îstîfa kiribûn.