Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin 2022-05-09 12:46:45   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji kesên hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de di 29’ê Nîsana 2022’yan de bi îdiaya ji bo 1’ê Gulanê amadekariyên çalakiyekê dikin, bi serdegirtina malan de 12 kes hatibûn binçavkirin. Heteya borî 7 kes hatibûn berdan. Ozgur Sungur, Hasan Aktaş, Şemdîn E. û Abdûlselam Şen û kurê wî Ozgur şen piştî kirariyên li miduriyeta polîsan, sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Dozgeriyê Ozgur Sungur, Hasan Aktaş û Şemdîn E. bi daxwaza bi şertê kontrola edlî bên berdan û Abdûlselam Şen û kurê wî Ozgur Şen jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar a Mêrsînê kirin. Dadgeriyê 3 kes bi şertê kontrola edlî berdan û bav û kur jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “madeyê teqemeniyê li cem xwe girtine” hatin girtin.   Bav û kur ên hatin girtin, birin Girtîgeha Tarsûsê.