Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye 2022-05-09 13:15:28   COLEMÊRG - Di operasyona leşkerî ya li herêma gundê Marûnîs de ku ji 22’yê nîsanê ve hatiye destpêkirin 8 leşkeran hatin kuştin û leşkerek di şer de ketiye çemê Marûnîs jî hê nehatiye dîtin.    Li gundê Marûnîsê yê bi ser navenda Colemêrgê ve ku dikeve quntara Çiyayê Katoyê ji 22’yê nîsanê ve operasyona leşkerî ku lê hatibû destpêkirin, didome. Operasyonê heta 26’ê nîsan bênavber bi şerekî dijwar berdewam kir. Artêşa Tirkiyeyê 5 rojan bi helîkopter û balafirên şer herêmê bombebaran kir. Li herêmê dem bi dem di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer qewimî. Hat zanîn ku 8 leşkerên çawîşên pispor di şer de hatine kuştin û leşkerek di şer de ketiye çemê Marûnîsê hê nehatiye dîtin.   14 ROJ IN LI LEŞKERÊ WINDA DIGERIN    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin ber dest, di şer de 8 leşker hatine kuştin û ev leşker jî bi veşartî roja 27’ê nîsanê birine nexweşxaneya Colemêrgê. Her wiha çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku di şer de leşkerek jî ketiye çemê Marûnîsê û ev 14 roj in tu agahi jê nehatiye girtin. Ji bo dîtina cenazeyê leşker tîmên AFAD, UMKE û leşker lêgerîna xwe didomînin. Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha derbarê vî şerî de tu encamek fermî eşkere nekiriye.