Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome 2022-05-09 13:26:20   COLEMÊRG - Gelek wesayitên zirxî û yên sivîl ku malzeme tê de bûn ên ji Wanê bi rê ketin, gihiştin Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Gevera Colemêrgê.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17 Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin didomin. Sewqiyatên leşkerî yên ber bi bajarên Colemêrg û Şirnexê yên ser xeta sînor jî bê navber didomin.    Duh bi şev heta saetên serê sibê li navçeya Gever a Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran û hewayî hebû. Her wiha di saetên sibê de hat dîtin ku gelek wesayîtên zirxî û wesayîtên weke transît ku tiştên xwarinê û pêdiviyên jiyanê tê de hebûn ên ji Wanê bi rê ketin, gihiştin Fermendariya Cendermeyan a Navçeya Geverê. Ya herî balkêş ev bû ku dema sevkiyat didomî li esmanê ji tevger bûyina helîkopteran hat dîtin. Balkêş bû ku di dema sewqiyat dihat kirin de liv û tevgera helîkopteran hebû.