Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan 2022-05-09 15:27:04   ÊLIH - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bertek nîşanî gefa polîsekî ku di dema provokasyona li dijî HDP’ê de, li parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwaribû dan.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê têkildarî êrişa polîsan a li ser Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefên ku amirê polîsan li parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwarin, li avahiya Meclîsa xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, TJA, MEBYA-DER’a Batmanê û endamên Rêxistan HDP’a Bajêr tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DIVÊ KESÊN ÊRIŞKAR HEDÊ XWE BIZANIN’   Dayika Aştiyê Sûltan Azboy a di daxuyaniyê de axivî, êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP’ê û gefa li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwarin şermezar kir û wiha got: “Kesên ku êrişî parlamentera me kirin, bila baş bizanin ku ev êriş, êrişeke ser vîna milyonan mirovan e. Em vê qebûl nakin. Bila ev kesên helwesta êrişkar pêk anîn hedê xwe bizanin. Ji wekîla gel re bêjin ‘Ez ê te bi dîwar ve bizmar bidim’ bêhedî ye. Divê li dijî vê bêdeng nemînin. Bila hemû beşên civakê bertekê nîşanî vê yekê bidin.”   ‘DI HER QADA JIYANÊ DE ÊRIŞEK HEYE’   Azboy, da zanîn ku êrişên li girtîgehan dest pê kirine gihiştine Navenda Giştî ya HDP’ê û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan, li derve û li navenda giştî êriş dikin. Li ku derê parlamentereke li ber xwe didin dibînin êriş dikin. Ji bo ku ev êriş bi dawî bibin divê her kes dengê xwe derxîne. Em careke din van êrişan şermezar dikin.” Hevseroka MEBYA-DER’ê Horî Acar jî bi lêv kir ku di her qada jiyanê de êrişek li ser gelê kurd heye û wiha got: “Ji bo ku em kurd in, hebûna xwe û zimanê xwe diparêzin ev êriş hene. Weke ku Başaranê bersiv da wî polîsî em jî dê hemû nirxên xwe biparêzin. Weke her carê dîsa dê vîna me qezenç bike.”