Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê 2022-05-09 16:58:22   ŞIRNEX - Hate hînbûn ku gelek cerdevan ji gundê Tivorê yê navçeya Elkê birine, Çiyayê Gabarê ku amadekariya operasyona leşkerî lê tê kirin.    Li dijî Çiyayê Gabar û herêma Bestayê yên Şirnexê amadekariyên operasyonên leşkerî tên kirin. Hatibû diyarkirin ku piştî di 30’ê Nîsanê de li Çiyayê Cûdî 8 eskeran jiyana xwe ji dest dabû, arteşa tirk li dijî Çiyayê Gabar û herêma Bestayê biryara operasyonê girtiye û ferman daye sercerdevanan. Hate destnîşankirin ku sercerdevanên li ser fermanê li navçeyên Qileban û Elkê ketin nav liv û tevgerê, zextê li cerdevanan dikin ku biçin Gabar û Bestayê. Hate hînbûn ku rojên derbas bûyî, ji gundê Tivorê yê navçeya Elkê, gelek cerdevan birine Çiyayê Gabarê.