Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye' 2022-05-10 09:03:51 BÛRSA - Kes an jî hin kesên nasnameya wan nediyar hin nîşeyên ku îfadeyên "JÎTEM"ê jî tê de danîne Rêxistina HDP'ê ya Gursûyû yê. Hevserokê navçeyê Yucel Demîr, diyar kir ku hem li qereqolê hem jî li dozgeriyê gilî kirine û got polîs gotiye, "Zarokekî 16 salî ye, hewce nake mirov pir bide dû."    Kes an jî hin kes ên nasnameya wan nediyar di 26'ê Nîsanê de danê êvarî hin nîşeyên tê de gefxwarin hebûn danîne Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gursû ya Bûrsayê. Di nîşeyên li ber avahiya navçeyê de nîşeyên wekî  “187337002 bigihîne JÎTEM'ê", "2 roj bi şûn de JÎTEM Bûrsa KOM ji her derî bipirsin, Xwedê heye xem tune ye", "Wezîra Çandiniyê Zehra Zumrut", "Hakan Fîdan, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan", "Midûrê KOM'ê yê Şaxa Bûrsayê, Midûrê TEM'ê yê Amedê", "Min malên rêxistina PKK'ê tespît kirin. Serok midûrê wê Huseyîn Akpinar Davût Gul", "Endamên rêxistinên terorê yên FETO/HÎZBÛLLAH/PKK'ê Alîcan Erîk, ûat Erîk, Ridvan Erîk", "Navenda polîsan a Gulsûyûyê kardelen", "Fermandariya Cendirmeyan Qeymeqamtiya Gursûyûyê", "Şaredariya Gursûyûyê, Midûrê Narkotîkê yê Bûrsayê", "Serkomîser Eser ez ê teşhîr bikim, polîs Yaşar, Huseyîn, Pinar ên aşkere berê wan dan tiryakê Davût/Gulen Amîrê TEM'ê yê Bûrsayê Fîlîz ez tiryakê bi rizaya xwe bi kar tînim"  hebûne.    Rêvebirên partiyê van nîşeyan birine Qereqola Polîsan a Gursûyûyê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û gilî kirine. Hevserokê HDP'ê yê Gursûyûyê Yucel Demîr nîşeyên li ber avahiya partiyê dîtine nirxandin.    ‘BERÊ JÎ GEF LI ME HATIBÛN XWARIN'   Demîr, bal kişand ser navê "JÎTEM"ê yê di nîşeyê de û got, partiya me bi salan e bi gef û tacizên bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Demîr, anî ziman ku ji ber xebatên xw ebi van gefan re rû bi rû dimînin û got: "Berê jî 'ulkucuyan' bi devkî ji me re gotibûn, 'şanşekî we yê hûn sax bimînin tune ye.' Me pir guh li vê nekiribû."    HAT ANGAŞTKIRIN KU ZAROKEKÎ 16 SALÎ YE   Demîr, ragihand ku piştî ku ev nîşe dîtina haya rêvebiriyapartiyê pê xistiye û paşê çûne Qereqola Polîsan a Gursûyûyê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û gilî kirine. Demîr, bi lêv kir ku paşê polîsa bi telefonê xwe gihandiye wan û derpêş kiriye ku nîşe vekolandine û kesên nîşe danîne zarokekê 16 salî ye û wiha got: "Polîs ji me re got, 'Zarokekî 16 salî ye, hewce nake mirov pir bide dû.' Min jî got, zarokek çawa diwêre bi JÎTEM'ê gefê li me bixwe. Ne rast e ku meriv ji kesekî ku JÎTEM'ê nas dike re bibêje nezan. Bêguman hin kes van tiştan rê wî didin."    Demîr, diyar kir ku ev nîşe tenê ji aliyê kesekî nehatine nivîsandin ji aliyê hin kesan ve hatine nivîsandin û wiha domand: "Me ji polîsan xwest ev bûyer bê vekolandin. Me got, adem zarokekî 16 salî ev nivîs nivîsîne, nexwe nivîsa zarok teşxîs bikin. Dibe ku hin kesan nivîsîbe û dabe wî."    POLÎS WÎ NAS DIKE'   Demîr, da zanîn ku li qereqolê polîsan ji wan re gotiye navê vî kesî dizanin lê wê eşkere nekin û wiha axivî: "Polîs gotin, ev kes kesekî firar e. Gava bixwazin dikarin wî zevt bikin. Lê armanca wan, ser vêb ûyerê bigirin. Ji lew re zarokekî 16 salî behsa JÎTEM'ê dike, behsa tiryakê dike. Navê polîsan rêz dike. Armanca wan dixwazin em dev ji giliya xwe berdin. Divê ev mesele eşkere bibe. Em ê bitêkoşin û dê bibînin bê ka kî gefxwarinê rê wan dide."    ‘EM DEV JI RÊYA XWE BERNADIN'   Demîr, anî ziman ku ji ber nîşeyên hatine şandin hin fikar li wan peyda bûne û got: "Tu bikî nekî gava mirov nivîsa 'JÎTEM'ê dibîne hin fikar pê re çêdibin. Bi vî awayî dixwazin me çavtirsandî bikin. Salên 90''an bibîr dixin û dixwazin me çavtirsandî bikin û bi vê r ejî pasîf bikin. Lê em ê dev ji rêya xwe bernedin."    MA / Dogan Kaynak