Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker 2022-05-10 09:03:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Karwan Hewram anî ziman ku li Herêma Kurdistanê li dijî PDK'ê nefretek çêbûye û got: "PDK, bi pratîka xwe ji bo hêzên dagirker bûye enstrumanek."  Tirkiyeya ku li Herêma Kurdistanê sendromek lê peyda bûye, ji 17 Nîsanê ve bi hevkariya PDK'ê jî bi êrişên xwe yên li Zap, Avaşîn û Metînayê dike nake bi ser nakeve. Bertekên li dijî van êrişan didomin. Ji Herêma Kurdistana Federe rojnamevan Karwan Hewram, konsepta êrişan a Tirkiyeyê û rola hêzên navdewletî nirxand.    KONSEPTEKE NÛ   Hewram, diyar kir ku piştî DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkşikiyaye Tirkiyeyê ji sala 2015'an ve li hemberî kurdan dest bi konseptek nû kiriye û di vî warî de bi NATO û Rûsyayê re hin peyman çêkirine. Hewram, destnîşan kir ku di êrişên di çarçoveya van peymanan de li ser bêdengiya saziyên navdewletî lihevkirinek hatiye kirin.    HEVKARIYA PDK Û TIRKIYEYÊ   Hewram li ser hevkariya Tirkiye û PDK'ê jî sekinî û wiha got: "Bi êrişên di 17'ê Nîsanê de dest pê kirin dixwazin bigihêjin armanca xwe. Dixwazin ji planên xwe yên ku 7 sal in dikin û bi ser nakevin, encamekê bigirin. Piştî binketina li Garê, binketina di êrişên di 21'ê Nîsana 2021'ê de dest pê kirin vê carê jî li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişekê kirin. Tecrûbe ji têkişikînên xw eyên berê girtine û vê carê bi konsepteke nû dest bi êrişan kirine. Di vê êrişê de bi piranî çekên teknolojîk tên bikaranîn. Her wiha PDK jî bi awayekî fermî li hemberî kurdan tevli van êrişan bû."    ‘PDK, BÛYE ENSTRUMANÊ DAGIRKERAN'   Hewram, hevkariya PDK'ê wekî "enstrumana hêzên dagirker" pênase kir û wiha axivî: "Li Îranê di dema pêvajoya rejîma Şah de Mesûd Barzanî di navbera 1979-80'yî û 1983-84'an de li hemberî tevgerên kurd ên li Rojhilatê hat bikaranîn. Têkoşîna li Rojhilatê hat tasfiyekirin. Paşê ji bo gelê Rojhilatê pêvajoyek tarî dest pê kir. Ev hemû bi destê PDK'ê hatin kirin. Faktora sereke wekî ku Îran bi xuya dikir, lê ya ku di bin re ev yek dikir PDK bû. Her wiha piştî sala 1985'an li Başûr li hemberî derdorên çep û sosyalîst êriş dest pê kirin. Van êrişan hem li hemberî derdroa îslamî hem jî derdora çep-sosyalîst ên iraqî kirin. PDK wê demê roleke pir xirab lîst. Bû enstrumana berjewendiyên rejîma Baasê, Îsraîl û Amerîkayê."    ÊRIŞ LI QADÊN PDK'Ê DEST PÊ KIR   Hewram, bi lêv kir ku li hemberî kurdan siyaseteke nû di dewrê de ye û wiha berdewam kir: "PDK, berê ji bo tasfiyekirina têkoşîna gelê kurd bi koletî û sîxurtiyê girêdayî dewletên dagirker bû. Lê niha bi her awayî daxilî nava operasyona dagirkeriyê bûye. Berê li xwe mikur nedihat, lê niha venaşêre. Êdî bêbextiya xwe bi awayekî eşkere dibêje. Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî di daxuyaniyên xwe yên sala 2021'ê yên derbarê Rojavayê de, nîşan dan ku bi awayekî eşkere peywira cerdevantiyê girtine. Her wiha hevdîtinên îstixbarî yên li Enqere, Stenbol û Munîhê yên ku Mesrûr û Nêçirvan Barzanî kirine, nîşan dan ku bi awayekî eşkere tevli vê operasyonê bûne. Her wiha di 13'ê Nîsanê de hevdîtinek kirin û di 15'ê Nîsanê de jî balafirên şer dest bi bombebaranê kirin. Di 17'ê Nîsanê de jî ji bejahiyê ve dest bi êrişan kirin. Ev êriş ne li axa Bakur, li qadên di bin kontrola PDK'ê de hatin kirin."    ‘NEFRETA LI HEMBERÎ PDK'Ê'   Hewram destnîşan kir ku PDK li Herêma Kurdistanê îmajeke pir xirab afirandiye û got: "Di hilbijartina dawî de ji sedî 12 ray girtin. Vê yekê jî bi sixtekariyê bi dest xistin. PDK, ev qasî çûye lê ji bo desthilata xwe bidomîne Tirkiyeyê hemêz dike. Eşkere tevli operasyona li hemberî PKK'ê dibe. Bi vî awayî dixwaze desthilata xwe bidomîne. Lê bi vê re li hemberî PDK'ê nefreteke mezin çêdibe. Êdî civak bawer nake ku PDK dev ji vê cerdevantiyê berde. Ji lew re cerdevantî sîrayetî nava wê kiriye. Di sala 2022'yan de jî dixwaze desthilata xwe bi bêbextiyê bidomîne. Gelê kurd vê rastiya PDK'ê pir eşkere dît. Civakê bi pir zelal dît ku PDK li ser xeta bêbextiyê ye. Kesên ji bo berjwendiyên xwe yên maddî li cem PDK'ê ne jî êdî dê dev ji PDK'ê berdin."    Hewram, diyar kir ku gelê Herêma Kurdistana Federe êdî bi çavekî hêzeke xwe li PDK'ê mêze nake û tu baweriya wan jê nemaye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Gel, êdî ji xwe re li alternatîfekê digre." Hewram, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku PDK di dîroka xwe de ev qasî nebûye cihê nefret û kerbê li bara gelê kurd û got: "Berê tenê hin derdorên siyasî ji PDK'ê re digotin 'xayîn', lê niha civak jî jê re wisa dibêje. Lewma her diçe PDK jî dihele. Ji bo domandina desthilata xwe pişta xwe disipêre hêzên dagirker û di pêş de dibe ku hin aloziyan jî derxe. Lewma divê gelê kurd baldar be."