Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin 2022-05-10 11:18:28 ŞIRNEX - Dayikên ji navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê, bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re dan û wiha gotin: “Em ê vê xiyaneta Barzanî tu carî ji bîr nekin. Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin.” Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nisanê de li dijî heremên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Bertek û çalakiyên li dijî van êrîşan jî didomin. Dayikên ji navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye, bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ew xwedî li Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin. ‘ÇI KARÊ DEWLETA TIRK LI SER XAKA KURDISTANÊ HEYE?’   Yek ji dayikan Zeynep Bal, anî ziman ku êrişên bi salane li ser gelê kurd tên meşandin, heya îro jî berdewam dikin û wiha got: “Kurd her tim li hember zilmê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî êrîşî gelê kurd dikin û dixwazin vîna wan bişikînin. Bi salan e gelê kurd tê kuştin û qetilkirin. Bi kuştinê dixwazin kurdan tune bikin. Lê kurd tu carî bi kuştin û girtinê xilas nebûn û nabin. Bi tunekirina kurdan dixwazin axa Kurdistanê jî tune bikin. Çi karê dewleta tirk li ser axa Kurdistanê heye? Ger ku gelê kurd bibûna yek em ê îro di vê rewşê de nebûna. Kurd îro hevdû difiroşin. Em hem li hember xiyanetê û hem jî li hember şerê dewleta tirk berxwedana xwe didomînin. Ev berxwedana me dê tu carî bi dawî nebe. Ji xwe dijminê me kurdan gelek zêde ne. Lê kurd jî dijminatiya hevdû dikin. Em xiyaneta Barzanî jî şermezar dikin. Malbata Barzanî ne cara yekeme xiyanetê li me kurdan dikin. Ji demên berê ve vê xiyanetê dikin. Îro ev xiyaneta ku dikin jî berdewamiya wê ye. Êdî baweriya me bi Barzanî û biratiya wî nayê. Em biratiya wî qebûl nakin. Barzanî baweriya xwe bi dijminê me kurdan anî. Divê gelê me yê kurd di navbera xwe de bibin yek û tifaqa xwe ava bikin. Em tifaqiya Barzanî qebûl nakin. Em kurd dest bidin destên hevdû. Ligel mirin û zilmê jî divê em berxwedana xwe mezin bikin. Em xwedî zarokên xwe yên Başûr derbikevin. Ev jî bi deng derxistin û berxwedanê mimkûne. Em dayik êşa hevdû dizanin. Sînor li kêleka me ye û ji ber vê şerê heyî dil û kezeba me dayikan dişewite. Barzanî bi xiyanetê tu carî bi ser nakeve. Barzanî bûye kolê dewleta tirk. Bila li çar aliyê Kurdistanê gel rabe li ser piyan. Em xwedî li ber xwedana Başûr derbikevin û deng bidin dengê wan.”   ‘JI NEYARÊN KURDAN TU CARÎ DOST ÇÊNABE’   Husna Ataman jî şerê dewleta tirk û hevkariya Barzanî şermezar kir û got: “Ev xiyanet tu carî nayê qebûlkirin. Barzanî xiyaneteke mezin li gelê kurd kir. Mirov çawa gelê xwe difiroşe. Ji bo menfeatê xwe vê xiyanetê dike. Dewla tirk û Barzanî xwînxwar in. Mirov çawa bi neyarê kurdan re hevkariyê dike. Tê bîra min û nayê bîra min malbata Barzanî her tim xiyanet li gelê kurd kiriye. Ev ne cara yekeme. Cerdewanên ku çek didin destên xwe û ji vir diçin hemû xayîn in. Birayê xwe difroşin ji bo du qirûşan. Barzanî ji ber birçiye vê xiyanetê dike. Erdogan ji bo me kurdan çiye, Barzanî jî ew e. Her du jî ji hevdû ne cuda ne. Kurdek wek Barzanî neyartiya gelê kurd dike. Ji neyarê kurdan tu carî dost çênabin. Ew der ne axa dewleta tirk e. Çi ji gelê wir dixwaze. Li Başûr bi kîmyasalê êrîş dikin, gundên me hemû vala kirin û gel koçber kirin. Ev salan in em tên kuştin. Lê hertim jî em rastî xiyanetê hatin. Li hember vê şerê divê em kurd di navbera xwe de tifaqiya xwe ava bikin. Ger ku ev tifaqî ji berê ve ava bibûya dê rewşa me ne wiha bûya. Heta Erdogan li dinyayê be dê dawî bi vê şerê neyê. Ji ber ku ew bi xwe aliyê şere. Divê em îktîdariya Erdogan bihejînin û wî ji wir daxînin. Ev jî bi yekitiya kurdan mimkûne. Em jî êdî jiyanek azad û wekhev dixwazin. Bi şer tu tişt çareser nabe. Çareseriya şer azadî û yekîtiye. Em li dijî şer û kuştinê ne. Dewleta tirk bi balafiran êrîşê çiyayên me yên Kurdistanê dikin. Ev tişta ku dikin hovîtiye li ser me kurdan dike. Em hertim li dijî zilmê ne. Heta şer bisekine em ê li berxwe bidin.”   ‘EM NE ŞER, WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’   Hemayîl Cîn jî destnîşan kir ku hovîtiya dewleta tirk ji berê heta îro bi awayek cuda cuda berdewam dike û wiha axivî: “Ev hovîtî tu carî bi dawî nebû. Dewleta tirk ji bo ku axa Kurdistanê bi dest bixe vî şerî dike. Gelo Mesût Barzanî ji bo çi vê xiyanetiyê dike? Ev bi salan in em dibêjin divê gelê kurd xwe bike yek û azadiya xwe ava bike. Em ne şer, wekheviyê dixwazin. Li hember hemû êrîş û xiyanetê gelê Kurd li ber xwe dide. Ger ku Mesût Barzanî hevkariya dewleta tirk nekira û destûrê nedaya ew dê îro nikaribûn biçûna li ser xaka Kurdistanê. Ew der xaka şêr û egîdan e. Ew der ne axa dewleta tirk e. Bi balafir û gulebaranan gelê wê derê dikujin. Çiyayên me bi çekên kîmyewî tên bombebaran kirin. Mirovekî misilman çawa vê tiştê dike. Wijdana wan tune ye. Li kêleka me êrîşê sînor dikin. Dil û kezeba me dayika dişewite. Ji vê rojê şûnde em ê tu carî bi Barzanî re gav navêjin. Barzanî jî êdî dijminê me ye. Ma em terorîstin zarokên me dikujin. Ew diçin ser axa me. Jiyanek azad û wekhev bi tifaqbûnê mimkûne. Bila Barzanî dev ji vê xiyanetê berde. Em di dorpêçekê de bin jî li ber xwe didin. Em kurd xilas nabin. Em dayik jiyanek azad û wekhev dixwazin.”