Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2022-05-10 12:34:34   RIHA - Yûsûf Y. yê 9 salî ku bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa tirk û komên girêdayî wê de hatibû û birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Yûsûf Y. yê 9 salî ku di 7’ê Gulanê de bi guleya ji Serêkaniya di bin kontrola artêşa tirk û komên girêdayî wê de hatibû bi serê wî ketibû û birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Yûsûf Y. yê li Taxa Bariş a navçeya Ceylanpinar a Rihayê serdana mala bapîrê xwe ya çar sed mîtroyan ji sînor dûr kir, bi guleyekî ji serê xwe giran birîndar bû. Xizmên wî yên dîtin ku zarok birîndar bû, ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî mudaxileya li vir lê hate kirin sewqî nexweşxaneyeke taybet a navenda Rihayê hate kirin. Yûsûf Y. 3 roj bûn li vir dihat dermankirin. Cenazeyê Yûsûf Y. ku îro li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, ji bo kirariyên otopsiyê bên kirin, rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê. Cenazeyê Yûsûf Y. wê piştî nîvro li Goristana Asrî ya li navçeya Serêkaniya Rihayê were veşartin.