Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin 2022-05-10 13:35:50   ENQERE - Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun di bîranîna Qetlîama 10'ê Cotmehê de axivî û xwest ku raya giştî beşdarî doza qetlîamê ya dê li Dadgeha Enqerê bê lidarxistin bibe.    Li Gara Trenê ya Enqerê DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de êrişî mitînga Aştî û Demokrasiyê ya hezên ked û demokrasiyê kiribû û qetlîamek hovane pêk anîbû. Di qetlîamê de 103 welatî hatibûn kuştin û bi sedan kes birîndar bûbûn. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 79'emîn de bernameyek bîranînê li cihê ku qetlîam pêk hatibû, saet 10:04'an de bi rêzgirtinê li dar xist. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li serê bû hat vekirin û dirûşmên “10'ê Cotmehê nede jibîrkirin”, “Ev hêj destpêk e, wê tekoşîna me berdewam bike” hatin berzkirin. Di bîranînê de Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun banga tevlibûnê danişînê ya ku dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 4'emîn a Giran ya li Enqerê bê lidarxistin kir û xwest her aliyên xwedî wîjdan û demokratîk bên danişînê.    'EM Ê WAN EFÛ NEKIN’    Mehtap Sakîncî Coşgun destnîşan kir ku wan cejnek din jî bi rijandina rondikên çavan pêşwazî kirine û dil bi kul in. Coşgun da zanîn ku ew ê bi dilekî şewitî heya ku edaletê bicih bînin dê tekoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Li dijî mirovahiyê sûcekî mezin pêk hat û tenê yek kes ji ber vî sûcî tê darizandin. Em dê dîsa li hember hemû berdelên ku me dane jî eywana dadgeha ku cihê kujeran vala hatiye hiştin tije bikin û tiştên ku qewimîne efû nekin. Em ê li Edliyeya Enqerê destana mezin a ku nîvcoyî maye binivisînin."   Coşgun axaftina xwe bi hevoka “heke ku kesek neyê dozê wê demê dê daxwaza edalet jî bicih neyê” bi dawî kir.